Balefirên şer ji Amedê rabûn

Balefirên şer ji Amedê rabûn

Li Amedê liv û tevgera hawayî destpê kir. Gelek balefirên şer yên artêşa Tirk li ser hev ji balefirgeha leşkerî ya Amedê rabûn. Balefirên şer yên duh ji Amedê rabûn herêma Qendîl bombebaran kiribû.

Balefirên şer yên ji Amedê radibin piraniya caran sînorê Başûrê Kurdistanê derbaz dikin û herêmên dibin kontrola gêrîlayan de bombebaran dikin. Duh balefirên şer yên artêşa Tirk yên ji Amedê rabûn, gundên Qendîl yên Bukrîska, Enzê û Lewcê bombebaran kiribûn.