Li Amedê liv û tevgera hewayî despê kir. Gelek balefirên şer yên artêşa Tirk ji 2'emîn Baregeha Leşkerî ya Amedê rabûn. Balefirên şer yên rabûn nehate zanîn ka ber bi kîjan herêmê ve firiyan. Piraniya caran balefirên şer yên radibin sînorê Başûrê Kurdistanê derbaz dikin û herêmên Parastina Medya bombebaran dikin.