Li Amedê liv û tevgera hewayî destpê kir. Gelek balefirên şer yên artêşa Tirk li ser hev ji 2'emîn Baregeha Hewayî ya Balefirgeha Leşkerî ya Amedê rabûn. Balefirên şer yên li pey hev rabûn, nehat zanîn ku ber bi kijan herêmê ve çûn.
Duh balefirên şer yên artêşa Tirk sînorê Başûrê Kurdistanê derbaz kiribûn û li ser herêmên Parastina Medyayê firiya bûn.