Li Amedê liv û tevgera hewayî destpê kir. Gelek balefirên şer yên artêşa Tirk ji Balefirgeha Leşkerî ya Amedê li ser hev rabûn. Nehate zanîn ku, balefirên şer ber bi kîjan alî ve firiyan.
Hêjayî gotinê ye ku, şeva din di navbera demjimêrên 19.00 -19.30’an de herêma Avaşîn ya ser bi Herêmên Parastina Medya yên di bin serweriya gêrîlayên HPG’ê de bombebaran kiribûn.