Balefirên şer ji Amedê rabûn

Balefirên şer ji Amedê rabûn

Li Amedê liv û tevgera hewayî destpê kir. Gelek balefirên şer yên artêşa Tirk F-16 li ser hev ji 2'emîn Baregeha Hewayî ya Balefirgeha Leşkerî ya Amedê rabûn. Balefirên şer ên li pey hev rabûn, nehat zanîn ku ber bi kijan herêmê ve çûn.

Hêjayî gotinê ye ku balefirên şer yên artêşa Tirk yên ji Amedê radibin, herêmên Parastina Medyayê yên dibin kontrola HPG’ê de bombebaran dikin.

Duh Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya dabû de ragihandibû ku, “Di 26 – 27’ê Kanûnê de ji demjimêr 23.30 heta 01.00’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gundê Şêladizê û derdora wê ya bi ser herêma Metîna ve ye, ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

Di 26’ê Kanûnê de di navbera demjimêrên 17.30-18.30 de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêmên Cîloyê Biçûk û Ertûş yê bi ser herêma Zapê ve ye ji aliyê artêşa dagirker ya tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.”