Li Amedê liv û tevgera hewayî destpê kir. Gelek balefirên şer ji Balefirgeha Leşkerî ya Amedê li ser hev rabûn. Nehat zanîn ku balefirên şer ber bi kîjan alî ve firiyan. Duh ji serê sibê heta derengî şevê tevgera hewayî berdewam kiribû û hatibû hînbûn ku herêma Besta ya Şirnexê hatibû bombebarankirin û operasyona leşkerî ya berfireh hatibû destpêkirin.