Balefirên şer gund topbaran kir, gelek sewal kuştin

Balefirên şer gund topbaran kir, gelek sewal kuştin

Balafirên şer yên Tirk mezraya Tûwa ya gundê Nehrî ya Şemzînana Colemergê bombebaran kirin. Di bombebaranê de 7 dewar û gelek sewalên biçûk yên gund hatin kuştin.

Şerê li herêma di navbêra navçeya Şemzînan û bajaroka Rûbarokê de didome. Leşkerên ku nikarin di bejayiyê de bikevin heremê, ji 34’emîn Fermandariya Tûgaya Sînor ya Şemzînan û bi helîkopteran herêmê bombebaran dikin. Pêr bi roj leşkeran top, guleyên obus û hewanê avêtin gund û çiyayê herêmê. Helîkopteran gundê Nehrê û Mezraya Tûwa da ber bombebaranê. Di bombebaranê de 3 dewar û gelek sewalên biçûk hatin kuştin.

BALEFIRÊN ARTÊŞA TIRK GUND BOMBARAN KIR Û GELEK SEWAL KUŞTIN

Duh êvarê jî dîsa ji Fermandariyê û bi helîkopteran heremê da ber bombeyan. Di gulebarandinê de 7 jê dewar gelek sewalên biçûk hatin kuştin. Welatiyê mezraya Tûwayê Tevfîk Sakîn, bertek nîşanê bombebaranê da û diyar kir ku, raste rast gundê wan didin ber gule û bombeyan û sewalên wan dikujin. Sakîn bertekên xwe wiha anîn ziman: “Topên ji bejayiyê û guleyên ji helîkoptran hatin avêtin li nêzî gund ketin. Di gulebaran de 7 dewar û gelek mirîşk û sewalên din hatin kuştin. Gelo cemawerî, rayagiştî û saziyên sivîl li kune çima deng naçe wan."