Balefirên Suriyeyê gundê kurdan bombebaran kir

Balefirên Suriyeyê gundê kurdan bombebaran kir

Balefirên şer ên rejîma Suriyeyê derdora gundê Basutê yê girêdayî bajarê Efrînê bombebaran kir. Di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, balefirên şer ên rejîma Suriyeyê, îro saet di derdora 13.00'an de herêma Ehlam ê girêdayî bajaroka Şêlava yê bajarê Efrînê, bombebaran kir. Hate ragihandin ku di encama bombebaranê de 2 kes birîndar bûne û ew rakirine nexweşaneya li Efrînê. Hate ragihandin ku Ehlam wekî cihê seyranê tê zanîn.