Balefirên Sûriye wesayîta rêwiyan bombebaran kir

Balefirên Sûriye wesayîta rêwiyan bombebaran kir

Balefirên şer ên rejîma Suriyeyê, li ser riya Efrîn û Helebê mînîbusek rêwiyan bombebaran kir. Di encamê de 2 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bûyer saat derdaro 14.00’an de pêk hat. Hate ragihandin ku mînîbusa rêwiyan a ku ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê diçû Helebê, li nêzî Keleha Semaan li ser xaçerêya Tamora rastî bombebarana balefiran hat. Di encama bombebaranê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da, 4 kes jî birîndar bûn.