Balefirên Sûriye êrîşê Kurdan kir: 3 mirî, 7 birîndar

Balefirên Sûriye êrîşê Kurdan kir: 3 mirî, 7 birîndar

Balefirên şer ên rejîma Sûriyeyê, li ser riya Efrîn û Helebê mînîbusek rêwiyan bombebaran kir. Di encamê de 3 kurdan jiyana xwe ji dest da, 2 jê zarok 7 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bûyer saat derdaro 14.00’an de pêk hat. Hate ragihandin ku mînîbusa rêwiyan ku hemû kurd bûn, dema ji Helebê diçû bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, li nêzî herêma Dêrcemînê li ser xaçerêya Tamora rastî bombebarana balefiran hat. Di encama bombebaranê de welatiyên bi navê Yasmîn Omer ê ji gundê Mawata yê Efrînê, Mistifa Mislim Evdilhemît ê ji gundê Melle Xelîl û Evdirrehman Omer ê ji gundê Berbenê yê Efrînê jiyana xwe ji dest dan.

Zarokên bi navê Çinar ê 3 salî û Rîvan ê 2 salî, her wiha welatiyên bi navê Hesen Ehmet Reşît ê ji gundê Raco, Nîhat Bekir êji gundê Qerqîn Sevir, Wilka Omar ê ji gundê Mawata, Zeynep ku paşnavê wê nehat hînbûn û Ahmet Reşat ê ji gundê Şêxutka yê Efrînê birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Efrînê.

Di 6’ê îlonê de li taxa Şêx Meqsûd a Helebê di encama bombebarana balefirên Tirk de 20 kes jiyana xwe ji dest dan. Li hemberî vê YPG’ê li Kobanê çalakiya bersivdanê pêk anîn.

Li gorî texmînên dawî hejmara Kurdên li Rojavay Kurdistanê û Sûriyeyê herî kêm 3.5 milyon e û ji vana 600 hezar li paytext Şam û 600 hezar jî li Helebê dijî. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Kurdên li Rojava û bajarên Sûriyeyê diparêze.