Hêjmarek zêde balefirên şer yên artêşa Tirk sînorê başûrê Kurdistanê derbaz kirin.
Li gorî çavkaniyên ji herêmê hatine girtin, li gorî demjimêra herêmî di 12.30’an de hêjmarek balefirên artêşa Tirk sînorê herêma Başûrê Kurdistanê derbaz kirin û niha li ser herêmên Zap, Avaşîn, Metînan û herêmên derdor digerin.
Çavkaniyên herêmê ragihandin ku, ev du roje dengê teqînan dibîhîsin, lê belê niha di derbarê bombebaranê de heya niha çi agahî nehatine girtin.