Balafirên şer li ser herêmên gerîlayan digerin

Balafirên şer li ser herêmên gerîlayan digerin

Balafirên şer ên artêşa Tirk ên ku ji vê sibê ji Amedê rabûn sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kirin û li ser herêmên di bin kontrola gerîlayan de bi awayeke nizim digerin.

Balafirên şer ên artêşa Tirk ên ku vê sibê ji balafirgeha leşkerî ya Amedê rabûn, sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kirin. Balafirên şer li ser herêmên Zap, Heftenîn û Metînayê digerin.

Hat diyarkirin ku balafir bi awayeke nizim li ser herêmê digerin, lê nehat zanîn bombebaran pêk hatiye an na. Gera balafiran berdewam dike.