Balafirên şer gundên Şemzînanê bombebaran dikin

Balafirên şer gundên Şemzînanê bombebaran dikin

Tevgera hewayî ya şevê din li navçeya Şemzînana Colemêrgê destpê kir berdewam dike. Hate zanîn ku, balafirên şer gundên li ser sînorê Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin. Hate ragihandin ku, li herêmê pevçûn berdewam dikin.

Li navçeya Şemîzanan ya Colemêrgê operasyonên leşkerî berdewam dikin. Hate hînbûn ku, gelek wesayîtên zirxî yên ji 34'emîn Fermandariya Sînor ya Şemzînan rabûn ketin gundê Nehriyê. Hate gotin ku, li bejahiyên gundên Robînus û Ewliyayê pevçûn derket. Pevçûnên heta derengî şevê berdewam kir û derheqê mirin û birîndaran de tu agahî nehatin bidestxistin.

Hate zanîn ku, balafirên şer herêmên Girê Ewliya, geliyên Kurêmizgevtan û Nêrkulê, qadên Bêgirtê, Gerget û Rubunus bombebaran kirin. Li gel vê yekê ji qereqolên Bêsosin, Gare û tabura komando ya Şemzînan herêm bombebarankirin. Pevçûnên li herêmê destpê kirîn, didomin.