Balafirên şer gund bombe kirin: Kesekê jiyana xwe ji dest da

Di encama bomberdûmana balafirên şer ên li derdora gundê Herde yê girêdayî navenda Bedlîsê keseke sivîl jiyana xwe ji dest da, kesek jî birîndar bû.

Li gorî agahiyên Vekîlê Hevserokê DBP’ê yê Bedlîsê Ercan Guzelkaya; di saetên şevê de derdorê gundê Herde yê girêdayî navenda bajêr ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin. Di encama bomberdûmana balafiran a li nêzî gund jina bi navê Fadîfe Erdemîr a ku li nav baxçe bû jiyana xwe ji dest da.

Welatiyê gund ê bi navê Abdulbekir Bîzansî jî birîndar bû.

Abdulbekir Bîzansî ê ku bi birîndarî rizgar bû, ji aliyê welatiyên gund û xizmên wî ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê. Hat diyarkirin ku rewşa Bîzansî yê ku birîndar bûye giran e.

Cenazeyê Radîfe Erdemîr li morga hema nexweşxaneyê ye.