Balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li Metînayê barandin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li Çiyayê Metîna yê li sînorê navçeya Amûdiyê barandin. Nehat zanîn ku di encama bombebaranê de ti windahiyên can û mal çêbûne yan na.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Li gorî nûçeya Rojnews’ê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li Çiyayê Metîna yê li sînorê navçeya Amêdiye ya girêdayî bajarê Duhokê barand.

Hat zanîn ku dewleta Tirk a dagirker gelek caran bombe li herêmê barand. Têkildarî windahiyên can û mal jî agahî nehatin bidestxistin.