Balafireke keşfê li ser asîmanê Mexmûrê digere

Ji siharê ve li ser asîmanê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) balafireke keşfê bi nizmî difire.

Îro ji siharê ve balafireke keşfê ku nayê zanîn ayîdê kîjan hêzê ye, bi nizmî li ser asîmanê wargeha penaberan a Mexmûrê digere.

5’ê Tîrmehê balafireke bêmirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker bombe li mala welatiyên wargehê barandibû ku di encamê de welatiyek birîndar û gelek welatî jî ji ber bombebaranê bandor bûbûn.