Bakûrê Kurdistanê di bin berfê de ma

Bakûrê Kurdistanê di bin berfê de ma

Ji ber barîna berfa dijwar a li Bakûrê Kurdistanê her der spî bû. Di demjimêrên şevê de li Dîlokê berfek dijwar bariya. Li Xarpêtê ji ber berfê îro bênhda ne. Her wiha rêyên bi sedan gundan hatin girtin.

Li Dîlokê di saetên danê êvarê de barîna berfê dest pê kir û her ku çû dijwartir bû, bi taybet li herêmên bilind berfê bandoreke mezin li jiyanê kir. Ji ber berfa dijwar a ji nişka ve bi dehan wesayît asê man.

Li Xarpêtê ji ber berfê îro bênhda ne. Her wiha rêyên bi sedan gundan hatin girtin. Li Qersê jî rêjeya germahiyê 26 pile daket binê sifirê. Ji ber sermayê kanî qerisîn û wesayît nexebitîn.

Li Colemêrg û navçeyên wê jî rêyên bi dehan gund, bajarok û gundikan hate girtin. Her wiha ji ber barîna dijwar a berfê, gerên hewayî yên bo Wanê rawestiyan.