Bajarekî Kurdan ê di bin siya mêtîngeriyê de ye: Mûsil

Di ser Konferansa Lozanê re 93 sal derbas bûn. Peyman di 24'ê Tîrmeha 1923'an de hatibû îmzekirin. Piştî yekemîn şerê cîhanê, cografya siyasî ya cîhanê, di vê konferansê de hat diyarkirin.

Ev nexşeya siyasî ya cîhanê ku li ser maseyê hat xêzkirin, bi vê konferansê re li ser bingeha meşrûiyeta hiqûqa dewletan hat rûniştandin. Mirov dikarin bêjin, yê herî zêde qezenç kir, serdestê konferansê Îngilîstan bû.

Di çarçoveya biryarên konferansê de, Eyaleta Mûsilê ku heta wê çaxê weke axa Împaratoriya Osmanî dihat dîtin, ji Komara li ser bingeha Osmanî ava bû hat girtin û veguherî axa Îngilîstanê. Ev biryar di demeke kurt de di navbera her du dewletan de veguherî mijara nîqaşê. Piştre Tirkiyeyê dest ji helwesta xwe ya xwedîderketina li vê eyaletê berda û bû yek ji hêzên herî zêde konferansê diparêze. Sedema vê jî pirsgirêka Kurd e.

Ji ber axa Osmanî ya di Şerê Cîhanê yê yekemîn de hat parçekirin û parvekirin, ya hat parçekirin û parvekirin di heman demê de erdnîgarî û gelê Kurdistanê bû. Gel û erdnîgariya Kurdistanê heta Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi du parçeyan bû. Di encama parçekirin û parvekirina axa Împaratoriya Osmanî de, axa Kurdistanê jî hat parçekirin û parvekirin. Îngilîstanê beşek ji axa Osmanî ku Eyaleta Mûsilê jî di nav de bû dagir kiribû. Lê belê Komara Tirkiyeyê ku xwe weke xwediyê axa Osmanî didît, naxwaze Eyaleta Mûsilê a di nava Kurdistanê de ye ji Îngilîstanê re bihêle, tevî biryarên konferansê jî naxwaze dest ji 'mafên xwe yên serweriyê' berde.

PIRSGIRÊKA KU DI KONFERANSÊ DE ÇARESERÎ JÊ RE NEHAT DÎTIN

Pirsgirêkên navbera Tirkiye û Fransayê zûtir çareser bûbû. Lê pirsgirêkên bi Îngilîstanê re çareser nebûbû. Yekane pirsgirêka ku di konferansê de nehat çareserkirin pirsgirêka Mûsilê bû. Wê demê, Kerkûk jî di nav de axa Başûrê Kurdistanê weke Eyaleta Mûsilê dihat pênasekirin. Eyaleta Mûsilê ji aliyê çavkaniyên petrolê ve gelekî dewlemend bû, lewma dewletên serdest-emperyalîst xwedî lê derdiketin. Di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, bi peymana Sykes-Pîcot a veşartî re, ku parvekirina Rojhilata Navîn esas digirt, Mûsil ji Fransayê re hatibû hiştin. Dema Peymana Mondrosê ya şer di 30'ê Cotmeha 1918'an de qedand hat îmzekirin, ev herêm di destê dewleta Tirk de bû. Di vê peymanê de li gorî xala 'Hevalbend, eger rewşeke gefa ewlekariyê rû bide, mafê xwe hene cihekî stratejîk dagir bike' ev herêm dagir kir û bi Peymana San Remo ya 1920'an re jê re tê hiştin. Dewleta Tirk ji ber sedemên 'etnîk û cografî' dixwaze ev herêm jê re bê hiştin, lê Îngilîstan vê qebûl nake.

Mijara ku li Lozanê herî zêde li ser hat axivîn ev e. Di dema konferansê de li ser vê mijarê encamek bi dest nakeve û biryar tê dayîn, di nava neh mehan de encamek bê peydakirin. Eger di nava vê demê de biryarek neyê dayîn, wê pirsgirêk biçe ber destê Civata Neteweyan û li wir çareseriyeke mayînde jê re were dîtin. Civata Neteweyan jî biryarên Peymana San Remo erê kir û Mûsil ji Îngilîstanê re hişt. Îngilîstanê jî Colemêrg a doza maf li ser dikir, ji Tirkiyeyê re hişt. Di vê demê de Raperîna Şêx Seîd rû dide. Dewleta Tirk, ji ber ku pirsgirêka Kurd çareser nake, ji bo raperîneke din rû nede, dest ji doza xwe ya li ser Mûsilê ber dide û vê pirsgirêka li Lozanê çareser nebû, di 5'ê Hezîrana 1926'an de bi peymaneke du alî re ji Îngilîstanê re dihêle.

Biryarên di Konferansa Lozanê de hatin standin, pêşkêşî Meclîsê tê kirin. Di rûniştina 23'ê Tebaxa 1923'an de bi qanûnên bi hejmara 340, 341, 342 û 343 tên qebûlkirin. Mûstafa Kemal di Çileya 1923'an de nêzîkatiya xwe ya li pirsgirêka Mûsilê bi vî rengî eşkere dike: "Mûsil ji bo me gelekî girîng e. Ya yekemîn; li Mûsilê çavkaniyên gelekî dewlemend ên petrolê hene. Ya duyemîn jî; pirsgirêka Kurd heye ku bi qasî wê girîng e."

NIRXANDINÊN OCALAN...

"Îngilîstan ji ber petrolê dixwaze herêma Mûsil û Kerkûkê li derveyî Misakî Milî bihêle. Komara Tirkiyeyê ya bi serkêşiya M. Kemal, ji ber Misakî Miliye naxwaze dest ji herêmê berde. Kurd û Tirk dixwazin helwestek li gorî Misakî Milî were nîşandan. Di nava van şert û mercan de lîstika mêtîngeriyê ya Îngilîz a navdar dikeve dewrê. Bİ kevirekê dixwaze li çend hedefan bixe. Kurdên nêzî xwe dixe nava bendewariyekê ku ew ê alîkariya wan bike. Ji bo raperîneke gengaz hêviyên sexte dide. Dema raperînê dest pê kir, bi hikûmeta Kemalîst re li hev kir. Parçebûna herî kûr a qedera Kurd û Kurdistanê pêk tîne. Iraq jê re dimîne. Tirkiyeya Kemalîst jî di dema herî zehmet de nêzî xwe kir. Komar bi ser Kurdan ve ajot û xist nava rewşa herî xetere. Yanî careke din lîstika xwe ya 'parçe bike-birêve bibe' yan jî 'kuştina se bi seyan', 'kîvroşk bireve-tazî bigire' bi rengekî serketî lîst û bi kevirekî li çend hedefan da. Komarê, hevalbendê xwe yê stratejîk ê serdemên zehmet Kurd ji bîr kir, lîderên wan bi dar ve kir û bi vî rengî got ku pirsgirêk çareser kiriye. Bi rêbaza tepisandin û înkarê re, polîtîkayeke ji ya Osmanî bêhtir paşverû meşand û xwe xist nava pirsgirêkeke ku wê hîn bêhtir serî lê bêşîne. Ne tenê Kurd, Tirk û Komar jî bi vî rengî ket nava vê lîstikê. Emperalîzm û mêtîngerî bi tenê li aliyekî nalîze. Pîvanê wê ew e; her tim bi du aliyan bilîze, berjewendî bi prianî li cem kê be, berê xwe bide wir'.

HERÊM KOZMOPOLÎT E

Li vê herêmê tevî Kurdan, Ereb û Tirkmenan, Kurdên Êzidî, Keldanî, Suryanî, Ermenî, Yahûdî û kêm jî be Latîn û Protestan dijîn. Lewma herêm cihekî kozmopolît e. Bêguman di vir de nifûs gelekî girîng e. Statîstîkên Osmanî jimartina nifûsê jî ne li gorî neteweyan dikir, li gorî esasê ol dikirin. Lê dema mijar ket rojeva organên navneteweyî, hejmarên xwe dispêrin esasê neteweyê derket pêş. Di Salnameya Wîlayeta Mûsilê ya 1306/1890 de; civaka wîlayeta Mûsilê ji 3 koman pêk tê. Beşa herî mezin Kurd in. Ku ev koma civakî bi giranî li Mûsil, Şehrîzor, Silêmaniye, Akra, Duhok, Zaxo, Şengal, Hewlêr, Selahiye (Kîfrî), Rewanduz, Gulanber, Koysancak, Ziybarê dijî. Koma duyemîn jî ji eşîr û kabîleyên Kurdan pêk tê ku bi nîv-koçeriyê dijîn û debara xwe bi sewalkariyê dikin. Koma sêyemîn jî ji eşîrên bedewî pêk tê.

SÊ JI ÇAR PARÊN GEL, KURD IN

Di berhema Kamûsu'l-Alam a Şemseddîn Samî de, ku weke ansîklopediya destpêkê ya Tirk tê qebûlkirin, Mûsil weke bajarekî 'Beşeke wê li bakurrojhilatê Cezaîreyê û beşek jî li başûrrojhilatê Kurdistanê li qiraxa Dîcleyê' tê binavkirin. Nifûsa wê jî 300.280 tê dayîn. Ji vê nifûsê 159.680 li Mûslê, 89.000 li Şehrîzor û 51.600 jî li Silêmaniyeyê dijî. Ji nifûsa Kurdan a li Mûsilê 59.380 ji Misilman, 14.900 Êzidî bû. Di heman berhemê de Kerkûk jî weke "navenda ala Şehrızor a bajarê Mûsilê yê Kurdistanê" tê pênasekirin û der heqê nifûsa wê de tê gotin, "Sê ji çar paran Kurd in. Yên mayî jî Tirk, Ereb, 760 Îsraîlî û 460 jî Keldanî ne."

Li gorî statîstên Tirk û Îngilîzan rêjeya nifûsa Mûsilê ya wê demê bi vî rengî ye:

Li gorî Tirkan: %52 Kurd, %28 Tirk, %8 Ereb, %12 yên din
Li gorî Îngilîzan: %55 Kurd, %8 Tirk, %23 Ereb, %14 yên din

Weke ku tê dîtin, di her du statîstîkan de Kurd piraniya nifûsa li bajêr in. Û hemû hesab jî li ser Kurdan tên kirin.

BI DESTÊ SADDAM HOVÎTÎ LI KURDAN HAT KIRIN

Daneyên li jorê hatin dayîn, têrê dike bê Mûsil, Kerkûk û derdora wê bi rastî jî yên kê ne, pirsgirêka Mûsil-Kerkûkê pirsgirêka Kurd e. Kurdan, ji destê rêveberiya Ereb ku dewletên rojavayî di nava lepên wê de hişt, gelekî êş kişand. Komkujiyên mezin li Kurdan hat kirin. Di rêveberiya Saddam a faşîst û nîjadperest de, ev êş gihîşt asteke gelekî dijwar ku îdarekirina wê zêhmet bû. D sala 1988'an de, komkujiya herî mezin a kîmyewî ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn û koçberiya herî girseyî li Kurdan hat kirin; Di Tevgera Enfalê ya Leşkerî de ku bi destê rêveberiya Saddam hat kirin, bi qasî 200.000 Kurd hatin kuştin. Komkujiyeke bi heman rengî li Erebên Şîa yên li başûr jî hatibû kirin.

Li gorî xala 140. a Destûra Bingehîn a Iraqê, hemû cih û warên piraniya şêniyên wan Kurd in lê di nava sîstema federal a Kurdistanê de cih nagirin, bi demê re rewşa wan divê bi referandûmê bê diyarkirin. Mûsil (Mexmûr, Şengal, Şêxan, Gower hwd.), Selahaddîn (Tîkrît, Duz Xurmatû, Xaneqîn hwd.) û El Teemîm (Kerkûk, Keler, Kîfrî hwd.) dikevin çarçoveya vê qanûnê. Ereb û Tirk ji vê rewşê gelekî ditirsin. Lewma hewl dan rewşa demografîk a Mûsilê ku bajarekî Asûrî û Kurdan e bi temamî biguherînin.

MÛSIL JI ALIYÊ DAIŞ'Ê VE HAT DAGIRKIRIN

Piştî ku Saddam di sala 2004'an de hat têkbirin, bajarê Kurdan Mûsil di bin kontrola hikûmeta navendî ya Iraqê de bû. Ewlekariya Mûsilê hem ji aliyê hikûmeta navendî hem jî ji aliyê pêşmergeyan ve dihat kirin. Di 9'ê Hezîrana 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê bêyî şer bikin ketin nava Mûsilê. Wê demê 130 hezar leşekrên Iraqê û 30 hezar pêşmergeyên hikûmeta Başûrê Kurdistanê li Mûsilê hebûn. Dema Mûsil hat dagirkirin, 1700 leşkerên Iraqê radestî çeteyên DAIŞ'ê hatin kirin û ev leşker ji aliyê çeteyan ve hatin kuştin. Her wiha hemû cebilxaneyên artêşa Iraqê yên li vir ketin destê çeteyan. Bêguman di dagirkirina Mûsilê de rola dewleta Tirk mezin bû. Di civîna beriya dagirkirinê de li Ammanê gelek tişt hatin destnîşankirin. Amerîka, Brîtanya, Îsraîl, Erebîstana Siûdî, Tirkiye, PDK û Ebûbekîr Bagdadî ku navê wî hingî Ebûbekîr Îbrahîm bû, tevlî vê civînê bûbûn. Di vê civînê de plan hat kirin ku hem dewleta Sûriyeyê hem jî ya Iraqê bi Sûnî, Şîa û Kurdan bikin sê parçe. Di nava vê parvekirinê de xwestin Rojavayê Kurdistanê bi hikûmeta PDK'ê ve girê bidin. Ev dewletên ku Qatar û Urdun jî li wan zêde bûn, di 8'ê Hezîranê de li Iraqê civînek lidar xistin. Di vê civînê de plana radestkirina Mûsilê ji bo DAIŞ'ê hat amadekirin.

Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê bi hêsanî Mûsil dagir kirin, DAIŞ ji aliyê çek û şervanan ve xurt bû. Çeteyên DAIŞ'ê piştî ku Mûsil dagir kirin, ketin nava plansaziyeke cuda. Di çarçoveya vê planê de êrîşî Telafer a ku piraniya şêniyên wê Tirkmen e û Şengal a ku şêniyên wê Êzidî ne, kir.

Tevî ku di ser re 2 sal derbas bûne jî, ji bo rizgarkirina Mûsilê artêşa Iraqê ji par û vir ve Operasyona Rizgarkirina Mûsilê xistiye rojevê. Di vê çarçoveyê de ji destpêka salê ve leşkerên artêşa Iraqê li eniya Mexmûrê hatin bicihkirin. Di 24'ê Adara 2016'an de rayedarên artêşa Iraqê starta operasyona Mûsilê dan. Rêveberiya Iraqê di 17'ê Cotmeha 2016'an de ragihand, ku operasyona Mûsilê di pratîkê de dest pê kiriye. Dewleta Tirk a ku destûr jê re nayê dayîn tevlî operasyonê bibe, li pey planên cuda ye. Hêzên mêtînger, bi taybetî dewleta Tirk û PDK ku naxwzin Tevgera Azadiyê li Şengalê bibe xwedî statuyekê, ketine nava plansaziyên cuda. Yek ji van jî astengkirina tevlîbûna YBŞ'ê li operasyonê ye.

Bajarê Kurdan Mûsil, ku gelek gelên cuda di nav de heye, hem di nava pirsgirêka Kurd de hem jî di nava kaosa Rojhilata Navîn de xwedî cihekî girîng e. Rewş çi dibe bila bibe, ev dem ji bo Kurdan destpêka serdemeke dîrokî ye. Eger Mûsil ji nû ve weke bajarekî Kurdan bê naskirin, ev yek wê were wateya naskirina statuya Kurdan. Eger Kurd li derveyî hevsengiyên nû werin hiştin, ev yek wê pirsgirêkan hem ji bo herêmê hem jî ji bo Kurdan mezintir bike. Ji bo dîrok dubare nebe, ji bo Kurdan yekane rêya çareseriyê pêkanîna yekîtiya neteweyî ya li ser bingeha modela demokratîk e. Ev yekîtî û hevgirtina Kurdan wê bike ku Mûsil ji nû ve weke bajarê Kurdan bê pênasekirin û ev ê di rêya Kurdistana azad de bibe qonaxeke girîng.

Çavkanî: Mehmet Bayrak, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan-Dîroka Kurdistanê, Bahoz Amed (Nûçeya ANF'ê ya bi sernavê: Bajarê li benda azadiyê ye: Mûsil)