BI DÎMEN

Azad Qêranî: Tenê PKK'ê Şengal parast

Gerîlayê HPG'ê Azad Qêranî yê ji gundê Sîba yê herêma Heloşîqalî ya Şengalê, ku dema çeteyên DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengalê kir pêşmerge bû, qala wê demê kir û got, "Yê Şengal parast, PKK bi tenê bû."

Gerîlayê HPG'ê Azad Qêranî yê ji gundê Sîba yê herêma Heloşîqalî, ku dema çeteyên DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengalê kir pêşmerge bû, qala wê demê kir û got, "Yê Şengal parast, PKK bi tenê bû."

Gerîla Azad Qêranî ji ANF'ê re axivî: "Navê min Azad Qêraniye, ez ji gundê Sîbayê me yê herêma Heloşîqalî me. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir ez pêşmerge bûn. Di êrîşa yekem de me şer kir û êrîşa çeteyên DAIŞ’ê şikand. Lê, piştre bi çar aliyan ve bi çekên giran êrîş kirin, me demekê li vir şer kir, lê ji ber kêmbûna cebilxaneyê me êdî nekarî şer bikin û em paşve vekişiyan. Piştî ku êrîşên çeteyan xurt bûn pêşmergeyên PDK’ê em hêlan û revîn, em li çeperên Sîbayê man, me li vir şer kir qasî 7 saetan li ser serê me bû şer û li çeperan asê man. Li vir tevî kêmbûna cebilxaneyên me jî, me li ber xwe da û di êrîşa yekem de çeteyan derbên giran xwarin û qasî 150 kuştiyên wan çêbûn û vekişiyan. Piştî demekê dîsa bi hêzekî hê zêdetir û çekên giran êrîş kirin. Ji ber ku cebilxaneya me nema em neçar man ku vekişin. Li Sîbayê gelek kes nehatin qetilkirin lê, mixabin li gundê Koço, Tilbinat û Gelî Mîrka gelek kes hatin girtin, revandin û qetilkirin.

'GELEK PÊŞMERGEYAN CILÊ XWE GUHERANDIN Û REVÎN'

Wê demê gelek ji pêşmergeyan cilê xwe guherandin û revîn. Lê civaka Êzidî li çeperan li ber xwe dan. Piştî demekê hêzeke teqwiye ya pêşmergeyan hatin herêmê û li herêmê hêzên xwe bi cih kirin. Ji gel re gotin ku tiştek nîne. Li ser vê yekê gel li herêmê ma. Ji ber ku gel tiştek ji rewşê fêm ne dikir di halê xwe de ma û gelek ji wan bûn qûrbanî.

'PIŞTÎ KU PÊŞMERGE REVIYAN, 8 HEVALAN XWE GIHANDIN ŞENGALÊ Û DEST BI ŞER KIRIN'

Dema ku pêşmerge reviyan 8 heval xwe gihandin Şengalê û şer kirin heta ku gel karî xwe vekişîne çiyayê Şengalê. Bi berxwedan van hevalan tevî şerê giran ê ku li vir hate kirin jî bi hemû hêz û vîna xwe gelê herêmê ji nava şer derxistin. Tevî ku çend caran li ser hev êrîşên çeteyan jî pêk hatin lê her tim di hatin şikandin. Li ser vê yekê ji çeteyan re ji gundê Girzerik teqwiye hat û şer dîsa dest pê kir. Li ser vê yekê li Girzerikê derket, piştî ku li wir şer xurt bû vê carê li Sîbayê şer rawestiya û teqwiye ji Girzerikê re çû. Demekî pir dirêj ciwanên Êzidî li Girzerikê şer kirin. Ji ber ku cebilxaneyên wan pir kêm bûn neçar man paşve vekişin. Di dema vekişînê de ketin kemîna çeteyan li vir 30 ciwanên Êzidî hatin şehîd xistin.

Di kêliyên dawî yên vekişînê de li Sîbayê gelek ciwanên Êzidî heta dawiyê gel ji nav destê çeteyan derxistin û bi awayekî fedayî li vir man. Di nava wan ciwanan de jî birayê min jî hebû heta dawiyê li vir li gel komek ciwanên Êzidî li ber xwe dan û heta ku çete gihiştin wan û wisan şehîd ketin.

'DEMA ME GEL DIBIR ÇIYAYÊ ŞENGALÊ, VÊ CARÊ HÊZÊN QASIM ŞEŞO ÊRÎŞÎ ME KIRIN'

Herî dawî em ji vir vekişiyan. Li vir jî ciwanek dema ku hewlda ku bi wesayîtê derkeve wesayît hate teqandin û şehîd ket. Em ji vir ber bi Werdê ve çûn. Li vir jî gel hebû û me li vir jî şer kir. Li vir gelek ji ciwanên Êzidî çek rakirin û li dijî wan şer kirin. Li aliyekî xwe şer kirin û li aliyê din gel jin û zarok rizgar kirin. Li vir qasî 60 jin û zarok hatin xilaskirin. Dema ku me hewl da ku em wan jin, zarok û pîran bibin çiyayê Şengalê hêza girêdayî Qasim Şeşo li wir bûn. Vê carê wan êrîşî me kirin. Wisan xuya dikir ku di nava wan û çeteyan de tifaqek hebû. Ji ber ku li jêr çetan êrîşî me dikir û li jor jî hêza Qasim Şeşo êrîşî me dikir. Em li vir man navbera her du êrîşan de. Di êrîşên li vir de 2 hevalên me yên bi navê Qasim û Hacî şehîd dikevin. Dema ku havalên me hewl dan ku cebilxaneyên çeteyan bigirin hevalekî me birîndar dibe û me hewl da em ser bi çiya bikevin. Hêza Qasim Dirbo hebû wan êrîşî me kirin û li vir nêzî 15 kes ku di nav de zarok, jin û pîr jî hebûn şehîd ketin û me li vir definkirin.

Hemû hewldana me ew bû ku ev gelê ku li gel me em bi sax û silametî li çiyayê Şengalê bi cih bikin. Lê her cara ku em pêş ve diçû hêzên pêşmergeyên girêdayî Qasim Şeşo li me dixist. Em li aliyê Werdê vegeriyan ji ber ku gel pir westiya bû û birçî û têhn bû nekarîn bi ser bikevin. Ez û hevalekî me, me mirin da ber çavê xwe ev vegeriyan ji bo wan jin û zarokan xwarin û vexwerin bînin. Em ketin gund. Me qasî ku karî xwarin û av li gel xwe rakir lê di vegerê de çeteyên ku cenazeyê xwe radikirin bi me hesiyan. Li vir şer derket. Dema ku em ketin avahiyekê li vir 4-5 keç û 3-4 xort hebûn wan jî li vir li gel me çek rakirin û li dijî çeteyan şer kirin. Di vî şerî de 2 hevalên me birîndar dibin. Ji bo em xwe biparêzin em dikevin malekê. Li vir dayîkekî ku xwe li ser zaroka xwe pêçabû şehîd ketibû û zaroka wê sax bû. Ji bo ku zaroka wê qetil nekin xwe kiribû mertal. Demeke dirêj qasî 5 saetan me li vir di nava kadînê de xwe veşart. Dema ku wesayîta çeteyan li ber me re derbas bû me li vir bi bîsfingê lêxist û wesayît îmha kir. Li vir 3-4 çete hatin kuştin me cebilxaneyên wan li ser rakirin.

'YÊ CIVAKA ÊZIDÎ PARASTIN, PKK YE'

Yên ku civaka Êzidî parastin diyar e, eşkere li ber çavê cîhanê ye. PKK’ê em parastin. Destpêkê 8 gerîla bûn ku giştî Şengal parastin. Li aliyê herêma Çil Mêran şer kirin li vê herêm jî qasî 20 hezar pêşmergeyên PDK’ê hebûn tenê guleyek jî neteqandin. Yên li vir şer kirin ew 8 gerîla bû, gelê Şengalê parastin. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê li vir êrîş dikin destpêkê pêşmergeyên PDK’ê gotin em ê şer bikin hûn xwe vekişînin. Li ser vê yekê pêşmerge çûn şer piştî ku çend pêşmerge birîndar bûn reviyan. Gotin em nikarin şer bikin û xwe paş de dan. Dem ku direvin li vir bi gerîlayan re şer dike û hewl didin ku hevalan şehîd bixînin. 

'JI WÊ KÊLIYÊ Û HETA NIHA EZ BI GERÎLA RE ME'

Dema ku me dîtin gerîlayên PKK’ê şer dikin û gel rizgar dikin,em çend heval ber bi wan çûn. Dema ku çavê wan bi me ketin gotin yekem a ji bo min kir gotin: 'Ew çi cil in li ber te, tû pêşmergeyî' min got; er ê lê min got; 'Em dikarin li gel we şer bikin?' wan jî wiha gotin: 'Kî dibe bila bibe bi karê ji bo vî gelî têkoşînê bike, dikare mil bi milê me şer bike.' Ji wê kêliyê heta niha ez ê li gel wan im. Eger ne ji wan ban em hê zû bihatiba girtin yan şehîd ketin. Ya herî balkêş jî ew e ku dema ez li gel wan bûn min zêde ji zimanê wan jî fêhm nedikir. Lê dîsa jî bi ruhê hevrêtiyê me li gel yek şer kir û pişta xwe da yek.

'GERÎLA NEBÛYA, RIZGARÎ JÎ NEDIBÛ'

Piştî ku em ji wir derketin em çûn Rojava. Min li wir jî şer kir, gelek heval dît û wan hevalan jî mîna yên destpêkê pirsa ku ji me kirin gotin; 'Ew çi cil in li ber we, hûn pêşmerge ne? Me got rast e. Gotin eger ku hûn li wan deran rênas bin em dikarin li gel hev biçin wan gelên mayîn rizgar bikin. Li vir gelek ciwanên Êzidiyan li me kom bûn jimara me bûn gelek. Nêzîkatî, rabûn û rûniştina gerîlayan li me pir balkêş dihat. Pir bi rêk û pêk bûn. Gel gelek ji wan razî bû û girêdayî wan bûn. Eger ne ji wana bûna ez ne di wê hêviyê de bûm ku rizgar bibin.

'BI HEZARAN PÊŞMERGEYAN NIKARÎBÛN BI QASÎ 8 HEVALAN ŞER BIKIN'

Dema ku em bi ser çiya ketin li vir tîmek heval hebûn. Me ew nas nedikir bê kî ne. Ji bo çi li vir in? Lê, piştî ku me dît şer dikin me wê gavê zanî ku ew cuda ne. Ji her alî ve cuda bûn. Bi ruhê fedayî civaka Êzidî ji nava lepên çeteyan de rizgar dikir. Ewqas pêşmergeyên li vir qasî wan 8 hevalan şer nekirin. Li Çiyayê Şengalê pêşmergeyan gelek caran bi xwe xwe li hev xistin û gelek pêşmerge şehîd bûn û birîndar bûn. Bi taybet li vir hêza Qasim Şeşo tevlîhevî derdixist. Destpêk gotin em ê gel biparêzin, lê mixabin dema ku şer qewimî hemû rev reva xwe reviyan. Gel hêlan di destê çeteyên qirêj de. Gerîlayan ew gel parastin heta dawiyê li ber xwe dan. Di şerê Digurê de berxwedaneke mezin hate kirin heta ku korîdorek hate vekirin. Piştî korîdor hate vekirin û hêzên YPG’ê jî bi hawara me hatin. Hêzên YPG’ê nêzî 500 wesayîtan bi 4 rojan gel ji çiyayê Şengalê veguhest Rojava.

'DI DEMA HERÎ GIRAN DE JI ALIYÊ ROJAVA VE ALÎKARIYA XWARIN Û AVÊ GIHÎŞT CIVAKA ÊZIDÎ'

Di demê herî giran de ji aliyê Rojava ve bi hezaran wesayîtan xwarin û av ji bo civaka Êzidî hatin şandin. Çiqas pêwîstî hebûn ji aliyê Rojava ve hatin peydakirin. Li vi gerîla û gelê Rojava ji bo Êzidiyan seferber bûn. Piştî demekê êdî li Rojava ji bo civaka Êzidî kamp hatin çêkirin em derbasî wir bûn. Di avakirina kampên ji bo civaka Êzidî dihatin avakirin de xebitîn.

Herî dawî em dîsa vegeriyan Şengalê gelek caran me bi çavê xwe dît ku çeteyên DAIŞ’ê di asayîşa PDK’ê re derbas bûn, lê dema ku em diçûn rê li me digirtin. Bi vê yekê gelek caran me mudaxele kir û li Rebîayê me mudaxeleyî nuqteyekî çeteyên DAIŞ’ê kir li vir me çete kuştin û li cihê wan nuqteya xwe ava kir û asayîşa xwe danî. Vê carê PDK’ê êrîşî me kir û rê neda ku em li vir bi cih bibin. Lê bi dehan car me dîtin ku têkiliya wan bi çeteyan re derketin û heta di nuqteyên wan re derbas dibûn pêşmergeyan çavê xwe lê digirtin. Dema ku civaka Êzidî li nuqteyên wan re derbas dibûn gelek caran gule li ser wan direşandin û pere jî ji wan digirtin. Li gelek cihan pêşmergeyên PDK’ê ji çeteyan zêdetir zext li gel kirin û ji gel dan qetilkirin. Dema ku Şengal ji aliyê gerîlayan ve hate rizgarkirin Mesûd Barzanî hate çiyayê Şengalê, li pêş televîzyonan axivî û pesnê xwe û pêşmergeyan da. Li vir hewl dan ku gel bi xwe ve bide girêdan. Bi pere û bertîlan beşek ji civaka Êzidî bi xwe ve da girê dan. Lê piştre dîsa vegeriya weke berê. Dema ku gel dixwest di asayîşên wan re derbas bibe li ser kêfa pêşmergeyan bû derbas bibin yan derbas nebin. Li vir nêzîkatiya mîna kolan li ser wan dida meşandin."