Aydogan êrîşa nijadperest a li ser Kurdan ji Guler pirsî

Aydogan êrîşa nijadperest a li ser Kurdan ji Guler pirsî

Parlementera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan êrîşa nijadperestane ya ku li bajarê Tirkiye Eskîşehîrê li dijî Kurdan pêk hat ji Wezîrê Navxweyî yê Tirk Muammer Guler pirsî.

Aydoganê bi bîr xist ku roja 27’ê sibatê li navçeya Tarlabaşi ya Eksîşehîrê komek nijadperest a nêzî 100 kesan êrîşê karkerên Kurd kirin û got: “Li gorî îdîayên di çapemeniyê de, karkerên Kurd ên ku wesayitên xwe li ber înşeatan park kiribûn, li rastî êrîşa bi kêr û daran hatin.”

Aydogan diyar kir ku di êrîşê de karkerên bi navê Muat Delîbaş, Emrah Guney, Ustad Dalkiliç û Sedat Dalkiliç ji cihên xwe yên cûda birîndar bûne û  bal kişand ku karkerên Kurd ên ku li rastî êrîşê hatine û birîndar bûne ji aliyê  polîsan ve hatine binçavkirin.

Nûrsel Aydogan di pêşniyarpirsa xwe de ev pirs ji Wezîrê Navxweyî yê Tirk Muammer Guler pirsî:

 “Gelo îdîayên ku dibêjin, di êrîşa li Eskîşehîrê de tenê Kurdên ku li rastî êrîşê hatine, hatine binçavkirin, rast in an na? Ger ne rast be di nava binçavkiriyan de êrîşkar hene? Ji bo êrîşkaran karûbareke huqûqî hate kirin?

Beriya niha jî bûyerên wiha çêbûne, peywirdarên gelemperiyê bi awayeke pêşdaraz nêzîk bûne û tenê derbarê mexdûran de karûbarên huqûqî dane destpêkirin. Gelo hun difikirin ku ji bo pêşîlêgirtina vê van êrîşên nijadperest perwerdeyek bi navê “têkoşîna li dijî nijadperest û cûdakariyê” bidin?

Gelo weke Wezareta Navxweyî ji bo ewlehiya karkerên Kurd ên ku ji ber sedemên polîtîk neçar mane ku koç ber bibin, tu xebateke we heye?

Di navbera salên 2002-2013 de çend êrîş li hemberî karkerên ku ji bajarekî çûne bajarekî din pêk hatine? Derbarê çend kesan de doz hatiye vekirin?”