Aydar: Divê agirbesta dualî aniha bikeve dewrê
Aydar: Divê agirbesta dualî aniha bikeve dewrê
Aydar: Divê agirbesta dualî aniha bikeve dewrê
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar diyar kir ku ji bo hevdîtinên bi Ocalan re hatine desptêkirin bi awayeke saxlem bidome, divê hawireke ya bê pevçûn hebe. Aydar ku got: “Divê agirbesteke dualî aniha bikeve dewrê” hin daxwazên tegera Kurd rêz kir.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar ku beşdarî konferansa bi navê “Di çareseriya pirsgirêka Kurd de rola welatên bê alî” ya ku ji aliyê Koma Dostaniya Kurdan a li Parlementoya Swîsreyê û Rêxistina Derveyî Hukûmetê (ONG) ve hatibû organîzekirin de axivî. Aydar bal kişand ser hevdîtinên ku heta niha di navbera PKK û dewletê de pêk hatine û îşaret bi agirbestên ku ji aliyê PKK’ê ve hatin ragihandin û pozîsyona aliyê Kurd nirxand. Aydar da zanîn ku ji bo pêvajoya hevdîtinê bi awayeke saxlem pêş bikeve, divê pevçûn bên rawestandin û daxwazên aliyên Kurdan rêz kir.
OCALAN TEVGERA KURD DI HER WARÎ DE TEMSÎL DIKE
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zûbeyir Aydar di konfransê de bal kişand ser pêşketinên li Rojhilata Navîn û rewşa dawî ya Kurdan nirxand. Aydar diyar kir “Birêz Ocalan damezrênerê tevgerê ye, rêber e û di her warî de temsîla tevgerê dike û wiha domand: “Ji ber wê jî hevdîtinên bi wî re hatine destpêkirin rast û di cih de ne. Lê şert û mercên niha em têde ne ji bo pêvajoya aşitiyê ne guncaw in. Ji ber wê jî divê ji bo pêvajoya aşitiyê bi rehetî bikare bimeşîne, divê şert û mercên wî bêne pêkanîn. Divê beriya her tiştê bikare xwe bigihîne belge û agahiyê pêwîst, divê bikare tevî endamên rêveberiya rêxistinê bi her rêxistin û kesên bixwaze re hevdîtin pêk bîne. Rêxistina me nabêje “hûn bi serokê me re hevdîtin dikin, werin bi me re jî hevdîtin bikin.” Rêxistin dixwaze bi serokê xwe re bibe hevpar. Ger di mijara aşitiyê de ji dil bibe (dewlet) divê tu astengî ji bo vê yekê dernexin.”
DIVÊ AGIRBESTEKE DUALÎ ANIHA BÊ RAGIHANDIN
Aydar wiha axivî: “Aliyê Kurd vê pêvajoyê weke pêvajoyeke nû û divê her tişt ji serî ve bên nirxandin nabîne. Ev berdewama pêvajoyên berê ye. Bi taybet pêvajoya Osloyê li kû mabû, dixwaze ji wir berdewam bike. Her wiha, dilsozê wan belge û mutabeqetên di wê demê de hatin çêkirine. Aliyê Kurdan hîna jî li ser wê nexşerê û protokolên ku di wê demê de pêşkêş kiribû ye.
Ji bo pêvajo bi awayeke saxlem pêş bikeve, divê hawireke bê pevçûn hebe. Divê agirbesteke dualî aniha bikeve dewrê. Ligel vê jî divê operasyonên girtinê yên li dijî siyasetmedarên Kurd û polîsiye bên rawestandin. Divê her du alî li ser daxuyanî û zimanê xwe baldar bin, divê ji daxuyanî û nêzîkatiyên ku ziyanê bidin pêvajoyê dûr bikevin. Di vê çarçoveyê de divê ji aliyê hevpar û aliyên ku bikarin tevkariyê bikin û bi rayeya Meclîsa Tirkiyeyê Konseya Aşitiyê bê avakirin.”
DIVÊ KONSEYA MAKEQANÛNÊ BÊ AVAKIRIN
Aydar pêşniyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd konseyeke makeqanûnê bê avakirin û got: “Di makeqanûna ku dê nû bê amadekirin de, bê şert û merc di serî de nasnameya Kurd, nasnameyên civakî-çandî yên cûda, hebûna wan bê naskirin û ji bo bikarin xwe îfade bikin şert û merc bên pêkanîn, divê perwerdeya zimanê zikmakî bê garatîkirin.”
KOMÎSYONA LÊKOLÎNA RASTIYAN Û EDALETÊ
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Aydar got: “Divê Komîsyona Lêkolîna Rastiyan û Edaletê ya ku dê bikare bûyerên li dijî qûralên navneteweyî yên şer û binpêkirinên mafê mirovan ên ku li Kurdistanê bûn sedema gelek êş û janên mezin lêkolîn bike û aşkere bike bê avakirin.
Ger Konseya Aşitiyê, Konseya Makeqanûnê û Komîsyona Lêkolîna Rastî û Edaletê bê avakirin ev yek dê bi awayeke mezin pêvajoyê ber bi pêş ve bibe. Li vir armanc ew e ku pirsgirêka Kurd bi temamî bê çareserkirin û aşitiyeke adil bê pêkanîn. “
LI SWÎSREYÊ ÇAR ZIMANÊN FERMÎ HENE, DIKARE BIBE MÎNAK
Aydar bal kişand ku aliyê Kurdan ji bo çareseriya aşitiyane gelek bi xwestek û ji dil e û wiha pê de çû: “Gelek caran daxwazên xwe yên ji bo çareseriyê bi raya giştî re par ve kiriye. Navê çareseriyê yê Kurd weke “Xweseriya Demokratîk” daniye. Em niha li Swîsreyê li ser vê yekê gotûbêj dikin. Li Swîsreyê 4 zimanên cûda yên fermî hene û her kes bi nasnameya xwe ve hemwelatiyên Swîsreyê ne. Ev meseleya etnîkî ya Swîsreyê dikare bibe mînak.”
DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ ROLEKE HÊSANKER BIGIRE
Aydar derbarê pêvajoya hevdîtinan de got: “Niha, pêvajoya diyalogan pêvajoyeke bê navybeynkar e, tenê di navber her du aliyan de ye. Niha rewş wiha ye, lê ev yek nayê wê wateyê di demên pêş de pêwîstî bi navbeynkar û hêzên bikarin pêvajoyê hêsantir bikin tune. Ji ber mezinahiya pirsgirêkê, pêwîstî bi beşdariya gelek aliyan û gelek welatên eleqeder heye, her wiha pêwîstî bi alîkariya hêsanker a hêzên derve heye. Divê çarçoveyê de divê rola rêxistinên navneteweyî yên weke Yekitiya Ewropa, Konseya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî neyên piştguhkirin. Her wina, dewletên weke Swîsreyê bê alî jî dikarin di vê pêvajoyê de rola xwe bigirin. Aliyê Kurdan ji bo navbeynkaran jî û ji bo aliyên ku bikarin feydeyê bidin pêvajoyê vekirî ye û dixwaze her kesek tevkariya vê yekê bike.”