Avesta 'Şehîdên meha Gulanê' bibîr anî
Endama Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sozdar Avesta bal kişand ser girîngiya meha Gulanê di nava gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de û hemû cangoriyên vê mehê bibîr anî.
Endama Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sozdar Avesta bal kişand ser girîngiya meha Gulanê di nava gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de û hemû cangoriyên vê mehê bibîr anî.
Endama Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sozdar Avesta bal kişand ser girîngiya meha Gulanê di nava gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de û hemû cangoriyên vê mehê bibîr anî.
'ROJ ROJA BILINDKIRINA ALA WAN E'
Avesta, li ser wate û girîngiya meha Gulanê ev nirxandin kir: "Meha Gulanê di nava tevgera me ya azadiyê de meha şehîdan e. Di serî de hemû şehîdên meha Gulanê bibîr tînim û soza serketinê didim wan. Di 11’ê Gulana 1992’an de hevala me Ozan Mizgîn ku fermandara yekem a jin bû li eyaleta Xerzanê ji bo nekeve destê dijmin bi berxwedanek bi rûmet dawî li jiyana xwe anî û ket nava karwanê şehîdan. Dîsa li Başûrê Kurdistanê li hemberê desthilatdariya Baas têkoşîn û berxwedana keça Kurd Leyla Qasim hatiye nîşandan, mîrateya têkoşîna hemû jinan e. Her wiha komkujiya Hewlêrê ku di sala 1997’an de bi destê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat kirin û Hevala Hêlîn, Roza şehîd ketin. Em di kesayeta şehîdên meha Gulanê de bejna xwe li ber hemû şehîdên demokrasiyê û azadiyê ditewînin û soza bilindkirina têkoşînê didin."
'MEHA GULANÊ BI RENGÊ ŞEHÎDAN DIXEMILE'
Avesta, wateya vê mehê di dîroka têkoşîna gelê Kurd û Tirk de nirxand û got: "Di meha Gulanê de Denîz Gezmîş, Huseyîn Înanan li hemberî faşîzma dewletê bûn meşaleya ronahiya gelê Tirk û Kurd. Şoreşgerê bi eslê xwe Tirk ê enternasyonal Hekî Karer ku beriya damezirandina partiyê hat qetilkirin, weke girêdana bi bîranîna wî re PKK hat avakirin. Li ser heman şopê Ferhad Kûrtay, Eşref Anyik, Mehmûd Zengîn û Necmî Oner bi çalakiya xwe ya li zîndana Amedê ketin nava rûpelê dîrokê. Şoreşgera nemir hunermend û fermandar hevala Mizgîn jî, ji bo dîl nekeve destê dijmin heta dawî li ber xwe da û bomba xwe bi xwe de teqand û bû sembola azadiyê. Ev seknek û ruheke berxwedaniya bê hempa ye. Ev nirxê têkoşînê bandora xwe li roja me ya îro dike. Weke mînak; eger bi salên dirêj têkoşîna jinê nehatana meşandin, wê niha kolan bi rengê jinê nehatana xemilandin. Eger Hekî Karer, Kemal Pîr û hevalên din Denîzan neşopandana wê îro yekîtiya şoreşgerên Kurd û Tirk nehatana çêkirinê."
'XWEDÎDERKETINA LI DENÎZ GEZMÎŞ XWEDÎDERKETINA LI HDP'Ê YE'
Avesta axaftinên xwe dewam kir: "Li projeya HDP’ê xwedî derketin li Denîz Gezmîş û hevalên wî xwedî derketine. Projeya HDP’ê berdewamkirina xeta Kemal û Heqî Kareran e. Divê di meha Gulanê de em xwe li hemberî hemû nirxên azadiyê li ber çavan derbas bikin. Têkoşîna şehîdên Gulanê li Kobanê, Cizîrê, Şengalê bi berxwedanek bêhempa wek şerê parastina rewa tê dayîn."
Avesta, bal kişand ser meha Gulanê û pêvajoya hilbijartinên ku wê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêk were û wiha pê de çû: "Li ruhê meha Gulanê xwedî derketin li her qadan tevlîbûna xwe xurtkirin dixwaze. Eger ku em dixwazin layiqê şehîdan bin, divê li Ewropa, zîndan, çiya serketinê bikin armanca xwe ya yekemîn. Eger ku em dixwazin meha Gulanê fêm bikin, divê ku em xwe li hemberî vê vînê careke din lêpirsîn bikin û li gorî vê tevlîbûna xwe çê bikin."
'BI RUHÊ MIZGÎN Û FERHADAN TEVBIGERIN
Avesta, di dawiya axaftina xwe de got: "Divê ku jin û ciwan li hemberî lîstokên li ser Bakur, Rojava û hemû Kurdan tê meşandin bi ruhekî berxwederîner û bi ruhê meha Gulanê ku li Kobanê û Şengalê derket asta herî bilin tevbigerin. Keçên ciwan di vê pêvajoyê de ristek girîng lîstin. Bi minasebeta salvegera şehadeta Hevala Mizgîn 11 Gulanê, divê ku hemû civan bi ruhê Mizgîn û Ferhadan li her deverê karibin hesabên li ser vîna gelê Kurd tên kirin vala derxin. Û xwedî li nirxên azadiyê derkevin. Li ser vê bingehê ez dibêjim, serketin a gelê Kurdistanê ye. Azadiya Rêber Apo jî encax bi vê tevlîbûnê û seknê dikare misoger bibe. Bi vî ruhî ez tevahî gelê me dawetê ser sindoqên 7’ê Hezîranê dikim û ez dibêjin, bila gelê me ji bo azadiya xwe dengê xwe bi kar bîne. Li dengê xwe xwedî derkeve û pêşeroja xwe bixwe diyar bikin."