Avaşîn hate bombebaran kirin

Avaşîn hate bombebaran kirin

Hate ragihandin ku, artêşa Tirk herêma Avaşîn ya girêdayî Herêmên Parastina Medya yên di bin serweriya gêrîlayên HPG’ê de bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên ku Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) dayî, şeva din êrîş pêkhat. Di êrîşa ku herêma Avaşîn hate hedefgirtin û qasî nîv demjimêrê bombebaran dom kir HPG’ê wiha ragihand:

“Di 31’ê Kanûnê de di navbera saet 19.00-19.30 de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Xeta herêma Avaşîn ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. “