Li ser rêya Şirnexê li du cihan aşût hat xwar û rêwiyên asê man piştî xebata 6 demjimêran hatin rizgar kirin.
Ji ber sedema berfa zêde ku stûrahiya wê giha 2 metreyan, li ser 90’mîn kîlometreya rêya di navbera Colemêrg-Şirnexê de aşût ket û rêwî asê man. Agahî dan Şeftiya Şaxa 114’mîn ya li gundê Koprulu ya girêdayî navçeya Çelê. Piştî xebata 6 demjimêran ya yekîneyên paqijkirina rê, rê careke din hate vekirin.
Rayedarên Rêyên Bejahî ragihadin ku, li ser rêya Colemêrg û Şirnexê li du cihan aşût ketiye û bêy ku tiştek li rêwiyan bê rizgar bûne. Ajovanê bi navê Yalçin Kaval da diyarkirin ku, ji ber sedema aşût ketibû ser rê, ew bi malbata xwe re du rojan asê mane û aşkera kir ku, ji ber sedema çorekên li gel xwe birine birçî nebûne.
Ajovanê TIR’ê Sabrî Arslan ku dema ji Colemêrgê li ser Şirnexê re derbazî Mêrsînê biba rêya bejahiyê hatiye girtin û ew di rê de asê maye. Arslan da zanîn ku, yekîneyên paqijkirina rê şev û rojê xebitîn û ew rizgarkirine.