Em derbasî sala 2013’an bûn. Rojeva sereke dîsa pirsgirêka kurd e. Ji roja destpêka salê û heta niha hema her roj hemû çapemenî cih dide nîqaşên li ser pirsgirêka kurd a ku hatiye vê astê. Di serî de Serokwezîrê Tirk R.T. Erdogan û alîkarên wî hemû kes û derdor ketine nava vê nîqaşê. Li aliyekî din jî Rêber Apo ku ev 500 roj in hevdîtina bi parêzeran re tê astengkirin bi nûnerê KCD’ê Ahmet Turk û Ayla Akat re hevdîtin pêk anî.
Her çiqas rastiya vê yekê tê nîqaşkirin li gorî nîqaşan; Ligel di navbera Rêber Apo û dewletê de li Îmraliyê hevdîtin heye û ev yek ber bi encamekê ve diçe. Divê di serî de ev yek were destnîşankirin ku ev hevdîtina ku rastiya wê tê nîqaşkirin bi muxatabê rast Rêber Apo re hatiye çêkirin, heta ku ji hêla Rêber Apo ve daxuyaniyek neyê dayîn nirxandinên der barê vê mijarê de ne rast in.
Lê belê li ser nûçeyek wisa ku di çapemeniyê de cih girtiye de mirov dikare nirxandinên xwe li ser van nîqaşan bîne ziman.
Li ser çareseriya pirsgirêka kurd ku heta niha di kîjan rewşê û çawa pêk hatiye de, ji hêla Rêber Apo û hemû aliyên peywirdar ên Tevgera Demokrasiyê ve daxuyanî hatine dayîn û bi awayekî aşkera anîne ziman. Di daxuyaniyan de, rêbazên demokratîk ên siyasal jî di nav de li ser gelek hilbijêrkên ku dikare pirsgirêka kurd were çaresekirin daxuyanî hatine dayîn.
Dê kîjan rêbaz derkeve pêş bi temamî girêdayî daxwaza dewletê ye. Heta niha dewletê daxwaza xwe li gorî polîtîkaya dagirkerî ya înkar û îmhayê de israr dike. Pirsgirêka herî girîng ew e ku gelo bê dewlet çiqasî dest ji vê daxwaza xwe berdaye. Ger ku di vê mijarê de guhartinek tune be çiqasî bê gotin ku ‘Hevdîtin pêk tên’ jî, di aliyê siyasal de beramberiya vê yekê tune ye.
Berê jî nîqaşên wekî ‘Nîqaş û hevdîtin hene’ di çapemeniyê de pêk dihatin. Lê ji ber ku beramberiya vê yekê di qada siyasal de tune bû, di siyaseta dagirkerî ya înkar û îmhayê de israrkirin rê li ber mezinbûna şer vekiriye. Niha jî tu kes nikare îdia bike ku rewşeke wekî berê nayê jiyîn. Rastî û tiştên ku niha tên jiyîn nêzîkatiyeke wisa derdixe holê.
Li aliyekî çapemenî dixwaze rewşê asayî bike û li aliyê din jî tevger û veguhestina leşkeran a ji bo îmhakirinê didome. Êrîşên qirkirina siyasî jî kêm nebûye. Balafirên şer Herêma Parastina Medyayê bombebaran dikin û şerê derûnî ya ku li ser propagandaya reşkirinê hatiye avakirin berdewam dike.
Wextê ku ev didome gotinên wekî ‘Hevdîtin pêk tên’ û hwd. bêwate dibin. Ger ku Serokwezîrê Tirk û alîkarên wî dibêjin ‘hevdîtin pêk tên’ divê tiştên pêwîst jî pêk bînin. Di vê mijarê de daxuyaniyên Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd hene. Heke mirov şopa vê yekê jî nabîne bawerî pê nayê. Her wiha baweriya raya giştî ya demokratîk û welatparêzên hestewar di vî alî de ye.
Nîqaşên du çarçoveya ‘Hevdîtn pêk tê?’, ‘Em ber bi encamekê ve diçin’ û hwd. wê heta kengî bidomin? Di vê der barê de mirov tiştekî teqez nebêje jî, wextê ku mirov li daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk dinêre dibîne ku ev yek dirêj berdewam nake. Serokwezîrê Tirk dibêje ‘Tenê ez heme’ ‘Bi tenê ez dikarim rojevê diyar bikim’ û hwd. Ji ber vê yekê tiştên ku îro dibêje bi hêsanî dikare bi awayekî ‘Rojev diyarkirin’ û ev şerê kirêt ê ku li gorî xwe dimeşîne, rave bike. Di demên berê de wisa kiribû. Peywirdarên dewletê yên ku ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re Tevgera Azadiyê ya Kurd şandibû, bi awayekî hêsanî wekî perçeyekî lîstika xwe dabû nîşandan. Sibê jî dikare bi gotina ‘Hevdîtin pêk tê’ bibêje ‘min heman lîstik lîst’. Daxuyaniyeke bi vî rengî ji hêla Serokwezîrê Tirk ve bê dayîn, divê tu kes matmayî nemîne.
Ligel nêzîkatiyên ku gumanan çêdike û rê li ber şikê vedike yên Serokwezîrê Tirk û alîkarên wî jî li ser hin alî û kesan bandoreke erênî çêkirine û divê mirov vê yekê wekî daxwaz û temenî û nêzikatiyek baş bibîne. Jixwe derxistina encamek derveyî vê yekê ne rast e. Lê divê ew kes û derdor baş zanibin ku temenî û niyeta wan a baş pirsgirêka kurd çareser nake. Berê jî di mijarê de hêvî şikestibûn. Ji ber vê yekê divê daxwazên xwe ji temeniyê wêdetir bibin.
Li hemberî daxwazên wekî ‘Dayik negirîn’, ‘Çek bên bêdengkirin’ û hwd. mezintir gotin tune ye, Lê tiştê esasî ev yek wê çawa pêk bê. Tiştê teqez ew e ku wê ne wekî gotinên Serokwezîrê Tirk û alîkarên wî be. Serokwezîrê Tirk û alîkarên wî dixwazin bi awayekî binbinkî (sînsî) nişân bidin ku çareseriya pirsgirêka kurd ne pirsgirêka ‘Çek berdana PKK’ê’ ye.
Bi rakirina şertên çima PKK ji bo Parastina Rewa hewceyî bi çekan dibîne re şertên û mercên çareseriya pirsgirêka kurd jî dê dest pê bike.
Heta ku ev yek pêk neyê, ev yek ji temeniyê wêdetir naçe û nêzîkatiyên niyeta baş jî ne pêkan e. Merhaleya ku pirsgirêka kurd hatiye nîşan daye ku wisa nabe. Li vir divê tenê tiştek were kirin. Ew jî divê li hemberî siyaseta dewleta dagirker a înkar û îmhayî bisekinin û li hemberî wê têbikoşin.
*Azadiya Welat