Leşkerên artêşa Tirk ên li ser sînorê Bakûr û Rojavayê Kurdistanê şivanên Kurd ên ji bajarê Efrînê ku li Deşta Şidyanê pezê xwe diçêrandin dan ber guleyan û di encamê de kesê bi navê Reşîd Xazik jiyana xwe ji dest da.
Li gorî çavkaniyên herêmî, leşkerên artêşa Tirk duh, şivanên Kurd ên ku li Deşta Şidyanê ya Efrînê pezê xwe diçerandin, gulebaran kir û di encamê de kesê bi navê Reşîd Xazik bi giranî birîdar bû. Piştî ku Xazik veguhestin nexweşxaneyê ji ber wendakirina xwîna zêde jiyana xwe ji dest da.
Hate zanîn ku Reşîd Xazik ê 46 salî, ji gundê Çeqela yê bajaroka Şêx Hedîd a bajarê Efîrnê ye