Artêşa Tirk Qendîlê bombebaran kir

Artêşa Tirk Qendîlê bombebaran kir

Hat ragihandin ku artêşa Tirk duh bi şev gundên girêdayî herêma Qendîlê bombebaran kir.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, balafirên şer ên artêşa Tirk şevê din di navbera saet 23.30 û 00.10 de gundên Qendîlê bombebarna kirin. Hat diyarkirin ku gundên Enzê, Lewce û Bikruska hatin bombebarankirin û 4 roket jî li rêya Diyana-Ranyayê ketine.

Hat diyarkirin ku gelek balafirên şer tevlî bombebaranê bûn, lê tu kuştinên can û mal çênebûne.