Hat ragihandin ku artêşa Tirk li Şemizînanê hewl dide ku cerdevanan bişîne herêmên di bin kontrola gerîlayan de yên ku artêş a Tirk bi xwe nikare bikevin van herêman. Hat zanîn ku cerdevanên herêma Gerdiya vê yekê red dikin.
Li gorî agahiyên çavkaniyên nêzî cerdevanan dane, fermandarên qereqolên herêma Gerdiya ya navçeya Şemizînanê civînek ji cerdevanên Gerdiya re çêkir û ji wana xwestiye ku biçin Tabûra Garê û wir biparêzin.
Her wiha hat diyarkirin ku artêşa Tirk bi heman awayî hewl dide cerdevanên gundê Ewliha û Robînûsê jî bişîne herêmên ji di bin kontrola gerîlayan de. Hate zanîn ku piraniya cerdevanên gundên herêmê beşderabûna van operasyonan red dikin.