Artêşa Tirk li Mûşê komkujiya daristana dike

Artêşa Tirk li Mûşê komkujiya daristana dike

Artêşa Tirk bi cismên ku ji helîkopteran avêtin herêma daristanî ya Bajarokê Kizilxaç ya Mûşê, şewatê destpê kir.

Hate hînbûn ku, leşkeran agir bi daristanên li gundê Zengek yê ser bi herêma Mucavîr ya Bajarokê Kizilxaç ya Mûşê xistine. Li gorî agahiyên ku şahidên bûyerê dane, helîkopterên ji Fermandariya Alaya Mûşê rabûne û piştî ku cismên nayên zanîn ji helîkopterê avêtin herêma daristanî şewat derket. Gelek leşker veguhestin herêmê, hate ragihandin ku agir hêjan didome.