Artêşa Tirk li Farqînê gund bombebaran kir

Artêşa Tirk li Farqînê gund bombebaran kir

Hat ragihandin ku piştî pevçûna dijwar li navçeya Farqîna Amedê di navbera gerîla û artêşa Tirk de qewimî, artêşa Tirk gundê Daglica yê bajaroka Hindeseyê bi helîkopteran bombebaran kir. Di encama bombebaranê de gelek sewalên gundiyan telef bûn û bax û baxçe şewitîn.

Hat ragihandin ku di encama operaysona artêşa Tirk li navçeya Farqîna Amedê da destpêkirin, pevçûnên dijwar qewimîn. Artêşa Tirk piştî pevçûna dijwar herêmê bê serûber bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de gundê Daglica yê bajaroka Hindeseyê bi helîkopteran bombebaran kir. Di encama bombebaranê de gelek sewalên gundiyan telef bûn û bax û baxçe şewitîn.