Artêşa Tirk leşker û konteynir veguhestin qereqolên li ser sînorê Îranê yên li herêma Bajarokê Bajargeh yê ser bi navçeya Gever ya Colemêrgê ve.
Beriya vê ku Îranê fuze li herêma sînorê Bajargeh yê ser bi navçeya Geverê bicih kiribûn, vê carê Tirkiyeyê leşker veguhestinê.
Gelek leşker û çekên giran veguhestin Qereqolên Perîhan, Guvenlî, Tabûra Ovaîçî û Qereqola Bajargeh yên bi Îranê re sînorin. Hate dîtin ku, ji leşkeran re konteynir jî şandin qereqolan.
Li aliyê din jî hate hînbûn ku, van demên dawî hinek kesên nasnameya wan nediyar li dikevin gundên herêma Bajargeh û kemîna di danin. Rûniştvanên herêmê didin diyarkirin ku, ji vê rewşê bifikarin.