Artêşa Tirk gundên Başûrê Kurdistanê bombebaran kir

Artêşa Tirk gundên Başûrê Kurdistanê bombebaran kir

Şevê din balefirên şer ên artêşa Tirk careke din herêmên sivîl ên li Başûrê Kurdistanê bobmebaran kir. Hat ragihandin ku rêya di navbera gundên Şapan û Daliyan ên navçeya Sîdekanê de ji aliyê balefirên şer ve hatin bombebarankirin.

Hat ragihandin ku balefirên şer ên artêşa Tirk gundên Başûrê Kurdistanê yên ku ne di Herêmên Parastinê yên Medyayê ne û ne di bin kontrola gerîlayan de ne bombebaran kir. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bombebarana li dijî gundên Şapan û Dayila yên li Deşta Hêrtê saet di 21.00 de dest pê kir û heta 21.30 berdewam kir. Hate zanîn ku tu wendahiyên can çênebûne.

Her wiha, balefirên şer ên artêşa Tirk şevê din saet di 21.00 de hate bombebarankirin. Hate ragihandin ku bombebaran li dijî gundê Enzê pêk hatiye û der barê encamê de tu agahî nehatin bidestxistin.

Artêşa Tirk bi hincetên bombebarankirina kampên PKK’ê, êrîşên xwe yên hewayî yên li dijî Başûrê Kurdistanê dîsa zêde kirin. Di êrîşên hewayî yên Tirk de xelkê sivîl zirarek mezin dibîne. Herî dawî di 7’ê Îlonê de ji ber sedema bombebarana zêde gelek ajalên gundiyên li Xinêre û Xakurkê telef bibûn, bax û baxçe zirar dîtibûn.

Bi taybet ji salên 2007’an ve hema bêje hemû rojan êrîşên topbaranê têne kirin, bi sedan êrîşên hewayî çêbûn. Di êrîşê de herî zêde gundî jê bandor bûn. Gelek sivîlan di êrîşên hewayî de jiyana xwe ji dest dan.

Di 5’ê îlonê de roja çarşemê saet nêzî 23.00’an de li hemberî Qendîlê êrîş pêk hat û di êrîşê de li gundê Duwele du gundiyên ku navê wan nehat hînbûn birîndar bûn. Hate hînbûn ku yek ji van jin bû.

Di 24’ê tebaxê de jî balafirên şer gundê Silê û Surede ya Qendîlê bombebaran kiribû û du gundî birîndar bibûn. Her wiha cewlîgek mirişkan jî wêran bibû. 7 hezar mirişk û gelek pez telef bibû.

Di 7’ê tebaxa 2011’an de li gundê Kortek yê Qendîlê êrîş pêk hatibû ji malbatekî 4 jê zarok 7 kes hatibûn qetilkirin.

Qadên di bin kontrola PKK’ê de yên Başûrê Kurdisatnê bi sedan kîlometre ye. Ji 8 herêman pêk tê: Qendîl, Metîna, Zap, Xakurkê, Xinêrê, Heftenîn, Garê û Zagros. PKK’ê diyar kiribû ku li herêmê kampên sabît tunene û mîlîtanên wan di nava sînor de ne.