Artêşa Tirk gule li dewriyeya YPG'ê reşand, 1 mirî, 2 birîndar

Artêşa Tirk gule li dewriyeya YPG'ê reşand, 1 mirî, 2 birîndar

Hêzên artêşa Tirk, li ser sînorê Dirbesiyê yê Rojavayê Kurdistanê gule barandin. Di encama gulebaranê de ji yekîneya dewriyeyê ya YPG’ê Hogir Beşîr Erebo jiyana xwe ji dest da, 2 jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bûyer şevêdin saet derdora 02.30’an de li nêzî gundê Girê Lêlun ê girêdayî Dirbêsiyê ku li ser sînor e, qewimî.

Hate ragihandin ku dema yekîneya dewriyeyê ya Yekîneyên Hêzên Parastinê (YPG) li nêzî sînor dewriye digeriya, leşkerên artêşa tirk gule barandin. Di encama gulebaranê de endamê YPG’ê Hogir Beşîr Erebo yê ji gundê Melek ê Dirbêsiyê jiyana xwe ji dest da, Tamir Hewaz û Mazlum Reşad Elî jî birîndar bûn.

Tamir Hewaz ku ji lingê xwe, Mazlum Reşad Elî ku ji singa xwe birîndar bû, rakirin nexweşxaneyan. Hewaz hate emeliyatkirin. Hate gotin ku rewşa Reşad Elî jî giran e.

Cenazeyê Hogir Beşîr Erebo jî rakirin Mizgefta Qasimo ya li bajarê Qamişlo. Çav li rê ye ku cenazeyê Erebo, saet derdora 11.00’an ji vir bibin gundê wî û bispêrin axê.