Artêşa Tirk li hemberî serwergiya gerîlayên HPG’ê ya ku zêdetirê li ser herêma di navbera navçeya Şemizînan a Colemêrgê û Elkê ya Şirnexê de didome, amadekariya operasyoneke berfireh a bombebaranê dike. Bi taybet ji cerdevanên ku berê beşdarî operasyonna bûne û ewlehiya herêmê girtine, hatiye xwestin ku ji bo dîroka 17’ê Îlonê amade bin û li bajarê û navçeyên ku lê ne bimînin.
Ji balefirgehên leşkerî yên Amasya, Konya, Eskîşehîr û Bandirmayê balefirên bombebaranê şandin Balefirgeha Leşkerî ya Amedê. Hat diyarkirin ku veguhestina cebilxaneya leşkerî ya ji bo balefirên şer û balefirên F-16 berdewam dikin.
ZÊDETIRÊ 4 HEZAR LEŞKER ŞANDIN
Artêşa Tirk a ku piştî çalakiyên gerîlayên Kurd ên ji 23’yê tîrmehê ve li ser Şemizînan dest pê kir û heta niha li Elkê berdewam dike, ket tengasiyan, dest bi veguhestina leşkerî ya ber bi herêmê ve kir. Di vê hefteya dawiyê de ji tûgayên komando yên li bajarên Tirkiye Bolû, Isparat, Egîrdîr, Qeyserî û Poçaya Îzmîrê 4 hezar leşker bi rêya Wanê şandin Şirnex û Colemêrgê. Hat diyarkirin ku wesayîtên zirxî b irêya Bedlîs-Tetwanê şandin Gever-Çelê û Şemizînanê.
JI CERDEVANAN HAT XWESTIN KU JI BO 17’Ê ÎLONÊ AMADE BIN
Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî dane, piştî du civînên li fermandriyên cerdirmeyan ên Şirnex û Colemêrgê bi cerdevanan re hatin kirin, bi taybet ji cerdevanên ku berê beşdarî operasyonna bûne û ewlehiya herêmê girtine, hatiye xwestin ku ji bo dîroka 17’ê Îlonê amade bin û li bajarê û navçeyên ku lê ne bimînin.
VEGUHESTINA BALEFIRAN BO AMED Û MELETIYÊ
Artêşa Tirk di çarçoveya operasyona berfireh a ku dixwaze di hefteya pêş de li Bakûrê Kurdistanê pêk bîne balefirên şer û keşfê ji bajarên din ên Tirkiyeyê vediguhêze bajarên Meletî û Amedê.
Ev balefirên şer ên ku ji bo operasyonê dê bêne bikaranîn, ji Amasya, Konya, Eskîşehîr û Bandirmayê şandine. Hin ji van ali Balefirgeha Leşkerî ya Amedê tên rawestandin û hat ragihandin ku beşî pîst ên balefiran li gunê Zoxê têne rawestandin.
Hat ragihandin ku nêzî 20 balefirên şer û keşfê şandine Amedê û bi qasî du qatê vê hejmarê jî şandine Balefirgeha Leşkerî ya Erhaç a Meletiyê.
2 ROJ IN KEŞIF TÊ KIRIN
Hat diyarkirin ku di van du rojên dawiyê de li balefirên RF-4E û F-4E yên li asîmanên Şirnex û Colemêrgê ji Konyayê şandine Amedê, 2 ji balefirên keşfê li Amedê û 4 ên din jî li Lmeletiyê dimînin û xeta sînor rojane keşif dikin û rapor jî ji Fermandariya Parleşker (Baskordî) ya Asayîşa Herêmê ya Wanê re tê şandin.
VEGUHESTINA ZÊDE YA CEBILXANEYAN
Hat diyarkirin ku li gel balefirên şer ên ku şandin Amedê, balefirên leşkerî yên CASA ku ji bo veguhestina cebilxaneyên leşkerî tên bikaranîn cebilxane vediguhêzin Balefirgeha Leşkerî ya