Artêşa Tirk xendekan li dora Efrînê dikole

Artêşa Tirk bi dirêjahiya 6 km li ser sînorê navbera gundên Baliya û Bîkê yên navçeya Bilbilê ya Efrînê xendekan dikole.

Artêşa Tirk bi dirêjahiya 6 km li ser sînorê navbera gundên Baliya û Bîkê yên navçeya Bilbilê ya Efrînê xendekan dikole. Her wiha  hêzên artêşa Tirk  hejmara xwe li herêmên ser sînor zêde dikin. Li hemberî gundên Baliya û Bîkê 9 senger  hatine zêdekirin û 3 tank hatine bicihkirin.

Di vê navberê de wesayîtên leşkerî diçin û tên û dengan derdixinin ku welatiyên li ser sînor bitirsin.