Artêşa Tirk topan davêje gundên sivîlan ên li Şehbayê
Ji bo dagirkirina herêma Şehbaye, dewleta Tirk û komên wê bênavber bombeyan li gundên sivîlan dibarînin. Çeteyên ku nikarin xwe li ber Hêzên Şoreşger bigirin, êrîşî sivîlan dikin.
Ji bo dagirkirina herêma Şehbaye, dewleta Tirk û komên wê bênavber bombeyan li gundên sivîlan dibarînin. Çeteyên ku nikarin xwe li ber Hêzên Şoreşger bigirin, êrîşî sivîlan dikin.
Dewleta Tirk, ji bo pêşî li destketiyên li Rojava bigirin, topan davêjin gundên Kurdan û Ereban ên li Şehbayê.
Şêniyên herêmî bi rengekî girseyî koçî Efrînê dike. Hêzên Şoreşger ên ku gundan ji çeteyên dewleta Tirk diparêzin, ji Şêx Îsa, Bîr Es Sabah, El Saîd Alî heta Til Madiqê, xeteke parastinê ava kirine û bersiva êrîşan didin.
Dîmenê van êrîşên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan û gundên sivîlan, ku di heman demê de binpêkirina Peymana Şer a Navneteweyî ye, ji aliyê kamerayên me ve hat kişandin.