Artêşa Tirk topan davêje gundên Efrînê
Artêşa Tirk a dagirker, topan davêje gundên Dêr Belût, Hemam û Meydan Ekbîs ên Kantona Efrînê.
Artêşa Tirk a dagirker, topan davêje gundên Dêr Belût, Hemam û Meydan Ekbîs ên Kantona Efrînê.
Li gorî ajansa nûçeyan a ANHA'yê, artêşa Tirk a dagirker ji saet 00:01 û pê ve topan davêje gundê Dêr Belût ê navçeya Cindirês a Efrînê.
Hat ragihandin, hetanî niha 13 top li nava gund ketine û topek jî li aliyekî gund ketiye. Nayê zanîn ka qurbanî yan jî ziyandên madî hene an na.
Li aliyekî din artêşa dagirker gundên Hemam ê girêdayî navçeya Cindirêsê û Meydan Ekbis ê girêdayî navçeya Raco topbaran dike.
Bi vê yekê re balafirên şer ên Tirkiyeyê piştî ku hêzên şoreşger li herêmên Şehbayê hin ji çeteyan rizgar kirin, dest bi bombebarankirina gundên Um Hoş, Um El-Qura û Hisiyê kirin.