Artêşa Tirk, li Licê ji bo ku qereqolê ava bike goristana gund şewitand

Artêşa Tirk, ji bo ku li ser girê Qilxono yê bejahiya gunêdê Ergîn ê girêdayî navçeya Licê ya Amedê qereqol ava bike, darên li herêmê şewitandin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, artêşa Tirk, ser girê Qilxono ê bejahiya gunêdê Ergîn ê girêdayî navçeya Licê ya Amedê qereqol ava dike.

Çavkaniya ji herêmê diyar kirin ku ev 3 roj in bi mekîneyên kar û dozeran darên li ser gir hatin şewitandin û dest bi avakirina qereqolê kirine. Hat diyarkirin ku leşkeran goristan li ber gir jî daye ber agir û şewitandin.

Hate destnîşankirin ku leşkeran rê neda ku gundî biçin agirê ku bi goristanê xistine vemirînin.