Artêşa Tirk li dû provokasyonan e

Artêşa Tirk ji bo provokasyonan derxîne, tevgera xwe ya leşkerî zêde kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a zêde bûye, bi şêweyê kemînan û hewldanên provokatîf ên ji bo rûdana şer, dewam dike.

HPG'ê bal kişand ser tevgera hewayî ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê û ev agahî bi raya giştî re parve kir:

"Di 25'ê Gulanê saet di navbera 10:30 - 14:30 de balafirên şer ên artêşa T.C a dagirker di ser herêma Xakurkê re tev geriyane. Ev tevgera hewayî li qadên me yên gerîla zêde bûye.

Heman rojê saet di navbera 15:30 - 17:00 de li herêmên Zap û Avaşînê balafirên şer tev geriyane.

Ji saet 10:30 ê 25'ê Gulanê heta saet 02:30 ê 26'ê Gulanê li herêma Xakurkê, di 26'ê Gulanê saet di navbera 04:00 - 09:00 de li qada Şukê ya li ser sînorê Avaşînê, heman rojê saet di navbera 05:00 - 07:00 de li herêma Metîna, saet di navbera 06:00 - 09:00 de li herêma Geliyê Zapê, Çiyayê Reş, Garê ya Mezin û Ava Zê, ji saet 23:00 ê 25'ê Gulanê heta saet 12:00 ê 26'ê Gulanê li ser qadên Şehîd Baran û Şehîd Kawa yên Amedê, pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk keşif kirine.

Di navbera 19-25'ê Gulanê saet di navbera 21:00 - 22:00 de artêşa Tirk li qada di navbera gundên Korikê û Sitilîlê yên navçeya Mêrdîn Nisêbînê artêşa T.C a dagirker bi maşînên zirxî kemîn daniye.

Di 25'ê Gulanê de li gundê Arê yê navçeya Dêrsim Pulurê û li ser rêya Xozadê tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker hatiye tespîtkirin. Ji 24'ê Gulanê û pê ve li gundê Zenk ê ser bi Pulurê, artêşa Tirk kemîn daniye."