Artêşa Tirk li Dersîm û Semsûrê operasyon da destpêkirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk li Semsûr û Dersîmê operasyon daye destpêkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk 16’ê Cotmehê qada Mirik a Dersîmê bomberdûman kiriye. Her wiha ragihand ku 17’ê Cotmehê mabeyna hêza operasyonê ya hatiye mintiqa bomberdûmankirî û gerîlayên HPG’ê de şer rû daye û got; “Di şer de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin, bi komek gerîlayên me re têkîliyên me qut bûne. Operasyona li qadê hê jî dewam dike. Her ku detay hatin bidestxistin wê bi raya giştî re bê parvekirin.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye;

“18’ê Cotmehê saet 12.00’an hêzên gerîlayên me li dijî leşkerên ku li ser rêya Qesrikê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê kontrola rê dikirin çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin.

18’ê Cotmehê saet 16.00’an hêzên me yên YJA Starê li dijî qereqola Serê Sevê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bi hewanan çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.

LI ŞIRNEXÊ LI DIJÎ STASYONA BAZÊ SABOTAJ

18’ê Cotmehê saet 22.00’an hêzên gerîlayên me li dijî stasyonek bazê ya li gundê Zorava ya girêdayî Şirnexê çalakiya sabotajê li dar xistin û ev stasyon îmha kirin.

17’ê Cotmehê li mintiqa Şemsê ya li qada Mawa ya Sêrtê mabeyna artêşa TC û hêzên gerîlayên me de şer rû da, di heman demê de helîkopterên Kobra jî li qadê dan. Di şer de 3 gerîlayên me şehîd bûne. Nasnameyên hevalên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.

Operasyona artêşa TC a du rojên dawî li qada gundên Pirosa, Batê û Hemka yên girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê dabûn destpêkirin, heta qadên Kato Elkê û Siwara Xelê berfireh bûye.

Me bi raya giştî re parve kiribû ku roja 11’ê Cotmehê di encama operasyona artêşa TC de ku li qada Ûranis a girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîs dabû destpêkirin, bi 5 hevalên me re têkîliyên me qut bûye. Di vê operasyonê de 4 hevalên me şehîd bûne, bi hevalekî me re jî têkîliyên me hê qut in.

LI DERSÎMÊ OPERASYON

16’ê Cotmehê saet 15.30-16.30’an balafirên artêşa TC qada Mirik a girêdayî Dersîmê bombe kirin. Piştî bombekirina balafirên şer, qereqolên derdorê jî bi obusan geliyê Mirikê bomberdûman kirin, her wiha heta saet 18.00’an helîkopterên Kobra jî li qadê dan. Piştre jî helîkopterên Skorsky leşker danîn qadê. Saet 20.00’an, balafirên şer û helîkopterên Kobra dîsa qada Mirik bomberdûman kirin. 17’ê Cotmehê mabeyna hêza operasyonê ya hat qada bomberdûmanê û hêzên gerîlayên me de cih bi cih şer rû da. Di şer de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin, bi gerîlayekî me re têkîliyên me qut bûne. Operasyona li qadê hê jî dewam dike. Her ku detay hatin bidestxistin wê bi raya giştî re bê parvekirin.

LI SEMSÛRÊ LEŞKERAN AGIR BERDAN ERAZIYÊ

8’ê Cotmehê saet 20.00’an artêşa TC li qada gundên Akçali, Azikan û Gomikan ên girêdayî navenda Semsûrê dest bi operasyonek berfireh kiriye. Di operasyonê de artêşa TC bi tankan li qadê da û bi awayekî zêde teknîk bi kar anîne. Di encama vê de agir bi eraziyê girt û cih bi cih jî leşkeran agir berdane eraziyê. Di şewatê de ku 3 rojan dewam kir, zerar gihiştiye gelek bax û baxçeyan. 12-13’ê Cotmehê mabeyna gerîlayên me û leşkeran de cih bi cih şer rû daye. Di şer de leşkerên payebilind hatine kuştin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin. Operasyon 16’ê Cotmehê danê êvarî vekişiya, li eraziyê hin yekîneyên veşartî hatine bicihkirin. Têkîldarî operasyonê her ku agahî bên bidestxistin wê bi raya giştî re bên parvekirin.

18’ê Cotmehê saet 16.00-18.00’an balafirên şer ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê girê Şehîd Elîşêr û Şehîd Egîd ên li herêma Avaşînê bombe kirin.

NASNAMEYÊN GERÎLAYÊN KU LI TETWANA BEDLÎSÊ JIYANA XWE JI DEST DANE

Nasnav: Bager Tatvan

Nav û Paşnav: Serhat Orak

Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs

Navê Dayik û Bav: Raîfe - Çerkez

Dîrok û Cihê Şehadetê: 11’ê Cotmeha 2016’an /Bedlîs

***

Nasnav: Zîlan Zerdeşt

Nav û Paşnav: Leyla Nas

Cihê Jidayikbûnê: Êlih

Navê Dayik û Bav: Kumri - Huseyîn

Dîrok û Cihê Şehadetê: 11’ê Cotmeha 2016’an /Bedlîs

***

Nasnav: Bedran Mûnzûr

Nav û Paşnav: Cafer Yaman

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik û Bav: Salîme - Zumrute

Dîrok û Cihê Şehadetê: 11’ê Cotmeha 2016’an /Bedlîs

***

Nasnav: Nuda Van

Nav û Paşnav: Şehrîban Kaya

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik û Bav: Memîcan - Abid

Dîrok û Cihê Şehadetê: 11’ê Cotmeha 2016’an /Bedlîs”

...