Artêşa Tirk li Babê 18 sivîlên din qetil kir!

Artêşa Tirk li Babê komkujiyeke din kir. Di êrîşa hewayî ya balafirên şer ên Tirk de 18 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeya ANHA, ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî, duh bi şev saet di 00:00 de balafirên şer ên Tirk û koalîsyonê bombe li gundê Til Tana yê li bakurê Babê barandin. Di encama bomberdûmanê de 18 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn.

Çalakvanên wê herêmê der barê navê hinek qurbaniyan de agahî dan. Navê qurbaniyan wiha ye: Mehmûd Yehya, Mihemed Mustefa, 3'ê zarokên Îbo, 3'ê zarokên Yehya Hac Hîlal, Ibin Şukrî Reşo û 3'ê ji malbata Reşîd.

Navê qurbaniyên din nehate zanîn. Her wiha sê kesên ku ji gundê Ceb El-Asî koçberî gundê Silsane bibûn jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên çalakvanan dane çeteyên DAIŞ'ê tevî rewşa hinek birîndaran giran bû destûr nedan ku wan rakin nexweşxanê û rewşa wan di xeteriyê de ye.

Gundê Silsane û Wecib El-Asî bi giştî ji pêkhateya Kurd e.