Artêşa Tirk gule li gelê Efrînê reşand
Artêşa Tirk a dagirker gule li berxwedêrên Efrînê yên li ser reşand. Ji ber êrîşê 3 welatî birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker gule li berxwedêrên Efrînê yên li ser reşand. Ji ber êrîşê 3 welatî birîndar bûn.
Li navçeya Raco ya Efrînê, artêşa Tirk a dagirker gule li şêniyên ku dagirkeriya Tirkiyê li ser sînor şermezar dikirin, reşand.
Her wiha bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî berxwedêran kir. Di encama êrîşê de welatiyên bi navê Mihemed Xalid Qasim, Ehmed Sebrî û Riyad Seîd birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ji herêmê tên, êrîşên dewleta Tirk a dagirker û berxwedana li dijî êrîşan dewam dikin.