Artêşa Şoreşger li ser şerê Um Qura û Um Hoş daxuyaniyek da

Artêşa Şoreşgeran diyar kir ku li gundê Um Qura û Um Hoş ji duh ve şerekî dijwar diqewime.

Artêşa Şoreşgeran têkildarî êrişên her dawî li ser nuqteyên hêzên wan ên li herêma Şehbayê, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Artêşa Şoreşgeran diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê ji duh de nuqteyên hêzên wan ên li gundê Um Qura û Um Hoş bi awayekî dijwar topbaran dikin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kir ku Artêşa Şoreşgeran, Meclîsa Babê ya Leşkerî, Eniya Parastina Jin a Şebha, Hêzên Êlan û Tugeya Bakûr ê Demokrat bersivê ji her 4 aliyên “El-Wehşiye, Til Malid, Sîd Elî û Hesiya” didin çeteyên DAIŞ`ê.

Di berdewamiya daxuyaniya Artêşa Şoreşgeran hat diyar kirin ku di demeke çeteyên DAIŞ`ê nuqteyên hêza wan bi dijwarî topbaran dikin, çeteyên komên Îslamî di heman demê de ji Mari êrişe hêzên wan li Herbel û Şêx Îsa kirin.

Di daxuyaniyê de hat zanîn ku di heman demê de komên ku Cebhet El-Nusra serkêşiya wê dike ji nexweşxaneya Wetenî ya Ezazê dest bi topbaran gundên Qestel Cindo, Mirenaz û Malikiyê yên Efrînê kir û hate destnîşankirin ku hêzên şoreşger bi awayekî dijwar bersiva êrişan da û wiha hate gotin: “Şerê dijwar ku ji duh de destpê kiriye heta destê vê sibehê bi dijwarî berdewam dike. Çeteyên DAIŞ`ê û çeteyên Cebhet El-Nusra û komên girêdayî wê di êrişa xwe de hemû cureyên çekên sivik û giran bi kar tînin”.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku bi sedan ji çeteyên DAIŞ`ê ji gelek eniya bejahiya Helebê vekşandine û berê xwe didin eniya Um Qura û Um Hoş.

Di dawiya daxuyaniya Artêşa Şoreşgeran hate destnîşan kirin ku şerê ku duh de rû daye gelek çete hatin kuştin, derbarê encamê de wê di demeke nêz de agahî bi raya giştî re werê parevekirin.