Ardayê polîsan qetil kir hate defin kirin

Ardayê polîsan qetil kir hate defin kirin

Ciwanê bi navê Ozgur Arda yê 30 salî ku duh li navçeya Sûrê ya Amedê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin, li Goristana Deriyê Mêrdînê hate definkirin.

Şevê din polîsan li kolana Turîstîkê ya Alîpaşa ya Sûra Amedê li tenişta Dêra Dayîka Meryem, xwestin nasnameya Ozgur Arda û hevalên wî kontrol bikin. Dema Ozgur Arda û hevalên wî bertek nîşanî polîsan da, polîs li hemberî wî sekinîn û bi guleyekê Ozgur Arda kuştin. Hevalê wî Fuat Oner û Ahmet Oktekîn jî binçavkirin û birin Qereqola Polîsan ya Balikçilarbaşi ya Sûrê. Polîsan piştî ku li cihê bûyerê Arda jiyana xwe ji dest da bi ambulansê rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê.

Piştî cenaze birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê malbat û xizmên Ozgur Arda li morgê kom bûn û bertekên xwe anîn ziman. Malbatê serê sibê piştî otopsiyê cenazeyê kurê xwe ji morga Nexweşxaneya Dewletêya Amedê wergirtin û birin Mizgefna Hançerî Guzel. Piştî wecîbeyên olî pêk anîn cenaze birin Goristana Deriyê Mêrdînê û li wir bi girseyî defin kirin.