‘Aqilmend’ dê nexşerêya xwe li Stenbolê aşkera bikin

‘Aqilmend’ dê nexşerêya xwe li Stenbolê aşkera bikin

Nûnerên STK ku ji wan re tê gotin “Hewildanên Aqilmendan” û di mijara pirsgirêka Kurd de xebatan birêve dibin, dê di civîna roja Înê li Stenbolê pêkbînin de nexşerêya xwe aşkera bikin.

Li gorî agahiyan, “Hewildana Aqilmendan” ya di pêşengtiya Serokê Komeleya Karsaz û Pîşesaziyan yên Başûrê rojhilat (GUNSÎAD) Şahîsmaîl Bedîrhanoglû, Serokê Baroya Amedê Emîn Aktar, Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan ya Amedê Racî Bîlîcî û Serokê Şaxa Mazlumder ya Amedê Abdurehîm Ay hatî destpê kirin, ragihandin ku nexşerêya xwe ya têkildarî mijarê dê di roja Înê civîna li Stenbolê de aşkera bikin.

“Hewildana Aqilmendan” ku piştî civîna xwe ya yekem ya li Stenbolê lezdan karê xwe, di civîna duwem ya bê kirin de dê nexşerêya ku bişopînin zelal û aşkera bikin.