Apê Mûsa li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn

Apê Mûsa li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn

Apê Mûsa (Mûsa Anter) 20 berê li cihê ku ji aliyê JÎTEM'ê ve hate qetilkirin ji aliyê malbat, xebatakrên çapemeniyê û gelek kesan ve hate bîranîn. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak diyar kir ku, di salên 90'an de rojnameger dihatin qetilkirin îro jî tên gitin û wiha got: "Çapemeniya azad li gel mirinê dest ji rastiyan bernedan û her tim rastî nivîsîn."

Apê Mûsa li kolana 442 ya taxa Cumhuriyetê ya semta Seyrantepe ya Amedê li cihê di sala 1992'yan de lê hate qetilkirin hate bîranîn. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Hevjîna Hrant Dînk Rakel Dînk, Kurê Mûsa Anter Dîcle Anter, parlementerên BDP'ê Emîne Ayna û Nursel Aydogan, Dayîkên Aştiyê, xebatên çapemeniya azad û gelek kes tevlî bernameya bîranînê bûn. Li ber peykerê Apê Mûsa Rojnameger û Nivîskar Hakki Boltan axivî û bir bîrxist ku, Musa Anter 20 sal berê hate qetilkirin û wiha got:

"Em her sal li vir merasîma bîranînê li dar dixin. Apê Mûsa kesekî taybet bû. Em dê têkoşîna wî bidomînin û bidin jiyîn. Em qatilên wî lenet dikin." Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî wiha got: "Bi ser qetilkirina Apê Mûsa re 20 sal derbaz bûn. Lê rastî qetil nekirin. Dixwazin rastiyan veşêrin lê generalên biçûk yên Apê Mûsa ya dixwazin pêkbînin avêtin çopê."

'HER NIVÎSEKÎ APÊ MUSA JI BO WE DERSEKE'

Kişanak bang qatilên Mûsa Anter kir wiha axivî: "Gelo 20 sal berê we Apê Mûsa qetil kir çi gihişt destê we? We çi bi dest xist? Hemû kesên xwedî wijdan hûn mehkum kirin. Gelo we dersa xwe negirt? Her nivîsekî Apê Mûsa ji bo we derseke. Mirina wî jî wisa bû. Kesên ji dersa mirovahiyê yek peyv jî hîn nebûn hêj hewildidin vegerin salên 90'an." Kişanak anî ziman ku, di salên 90'an de qetil dikirin niha digirin û bal kişand ser fermana Erdogan ya "bêdeng bimînin" û wiha pê de çû: "Bêdengiya we ya mirinê dê kêrî çi bê. Dê rastiyê biguherîne? Çapemeniya şer nabîne dê xizmetê ji kê re bike hûn dizanin? Heke bêdengiya we ya mirî li Qilabanê neba dê lêpirsîn niha di vê astê de ba? Hûn dê hesabê vê yekê çawa bidin."

'ÊDÎ MIRATEYÊ APÊ MÛSA NAYÊ RAWESTANDIN'

Kişanak da zanîn ku, polîtîkayên li hemberî çapemeniyê pêktên weke polîtîkayên salên 90'anin. Kişanak bilêv kir ku, di salên 90'an de bi andiça dixwastin bêdeng bikin niha jî digirin dixwazin wisa bêdeng bikin. Kişanak diyar kir ku, li gel van hemû komkujiyan rastî ji holê nehate rakirin û wiha got: "Çapemeniya azad li gel mirinê rastî nivîsîn. Ji ber ku çapemeniya azad tunebû em komkujiyên Dêrsim û Agiriyê baş nizanin. Lê niha ji ber çapemeniya azad em salên 90'an dizanin. Êdî nikarin mîrateyê Apê Mûsa rawestînin. Xebatkarên çapemeniya azad dê peywira xwe bi cih bînin. Ez ji rojnamegerên girtî re silavên xwe dişînim."

LI CIHÊ HATE QETILKIRIN HATE BÎRANÎN

Piştî axaftinan rêzgirtin pêk hat. Piştî rêzgirtinê girse bi wêneyên şehîdên çapemeniyê heta cihê Mûsa Anter lê hate qetilkirin meşiyan. Di meşê de sloganên "Şehîd namirin" û "Çapemeniya azad bêdeng nabe" hatin berzkirin. Gelek zarok jî tevlî meşê bûn. Li cihê Mûsa Anter lê jiyana xwe ji dest da bu bi gulan hate xemilandin.