Ambûlans şandin herêma operasyonê

Ambûlans şandin herêma operasyonê

3 ambûlans şandin bejahiya navçeya Mîdyatê ya pevçûn lê rû dayî.

Piştî operasyona artêşa Tirk di demjimêrên sibehê de li bejahiya gundê Dogançay ya 12 kîlometreyan dûrî navçeya Mîdyat ya Mêrdînê dabû destpêkirin pevçûnê rû da. Operasyona ku li hewa û bejahiyê hate destpêkirin, li gel leşkeran polîsên tîmên taybet jî tevlîbûn. Hate dîtin ku, 3 ambûlans şandin herêma pevçûnê. Hate ragihandin ku, herêm ji aliyê helîkopterên kobra ve tên bombebaran kirin.