Amadekariyên merasima ji bo Sakîne, Fîdan û Leyla didome

Amadekariyên merasima ji bo Sakîne, Fîdan û Leyla didome

Tê payîn ku cenazeyên 3 jinên siyasetmedar yên kurd kul i Parîsê bi awayekî hovane hatin qetilkirin roja çarşemê bînin Amedê. Li Amedê dê merasîma cenazê pêk were û piştre jî dê li Dersîm, Elbîstan û Mersînê bispêrin.

Li Amedê ji bo hatine cenazeyên siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez amadekarî didomin. Li Parîsê piştî ku prosedurên qanûnî temam bibin dê cenaze roja çarşemê li Amedê bin.

Li Stenbolê bi balafirê dê cenazeyan bînin Amedê û ji bo cenazeyan li mizgefta Bayramolgu ya navçaya Baglarê dê wecîbeyên olî bên cih û pişt re li Qada Batikentê dê ji bo 3 siyasetmedarên kurd merasîm pêk were.

Piştî merasîmê dê cenazeyên Sakîne Cansiz bişînin Dersîmê, yê Fîdan Dogan bişînin Elbîstanê û ya Leyla Şaylemez jî bişînin Mersînê.