Aloziya li Serêkaniyê didome, komên çete agirbest dixwazin

Aloziya li Serêkaniyê didome, komên çete agirbest dixwazin

Li bajarê Serêkaniyê, şerê ku di 12’ê kanunê bi êrîşa komên çete re di navbera van koman û hêzên YPG’ê de destpê kiribû, hinek rawestiya, lê rewşa şer didome. Hate ragihandin ku komên çete tenê li 2 cihên bajar mane û daxwaza agirbestê kirine, lê YPG’ê bersiv nedaye.

Li Serêkaniyê şerê bi komên çete re duh jî heta êvarê dom kir. Di şerê ku zêdetirîn li taxên Mehetê, Ebra û li ser riya Hesekê dijwar bû de, gelek cihên ku komên çete wekî biryargeh bikar dianîn ketin destê YPG’ê. Her wiha li hinek navêndên van koman ên hatine bidestxistin, alên Tirkiyeyê hatin dîtin û gelek alavên din hatine desteserkirin.

Derbarê hejmara kuştî û birîndaran de heta niha tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn, lê tê gotin ku komên çekdar gelek kuştî û birîndarên xwe birine Serêkaniya serxetê. Rayedarên YPG’ê jî diyarkirin ku di şerê heta niha de şervanekî wan ê bi navê Goran Dêrik jiyana xwe ji dest daye û 3 jî bi sivikî birîndar bûne.

Li aliyê din li gorî agahiyên ji rayedarên YPG’ê hatine girtin, komên çete piştî şerê dijwar ku gelek tengav bûn, banga agirbestê kirin. Lê heta niha YPG’ê tu bersiv nedaye. Tenê ji bo ku ev kom kuştiyên xwe rakin, rewşek bê pevçûn heye. Hate ragihandin ku rewşa şer didome û dibe ku dîsa pevçûn destpê bikin.

Di şerê duh de komên çete gelek cihên xwe berdan û xwe vekişandin sînorê Bakûrê Kurdistanê. Li gorî agahiyan komên çete niha tenê li beşek Taxa Mehetê û li cihekî nêzî riya Hesekê mane.