Yekitiya Alimên Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî nerehetiya xwe ya li hemberî filmê li DYA’yê hat kişandin û heqaretê li Hz. Muhemed dike, anî ziman û diyar kir ku ev çalakiya hate kirin ji hemû nirxên exlaqî dûr e.
Yekitiya Alimên Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî heqareta di filmekê de li Hz. Mihemed hate kirin, şermezar kir. Aliman welatên Rojava bi tundî şermezar kir û diyar kir ku divê pêşî li mirovên bê karekter ên ku çalakiyên wiha di bin navê azadiyê de dikin, bigirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di dîroka Îslamê de her tim gel di nava aşitiyê de jiyane û bang li Misilmanên cîhanê kirin ku bi awayeke aşitiyane mafên xwe biparêzin û bersive bidin vê heqareta li hemberî Hz. Mihemed pêxember.